AMED – Esnafên ku li Amedê têkberên spî û mobîlyayên xilmet difiroşin diyar kirin ku hêza kirînê ya gel zêde ketiye û êdî nikarin eşyayên xilmet jî bikirin û wiha gotin: “Ne kesek dikare bikire û ne jî em dikarin bifiroşin.”
Ji ber krîza kurê ya di sala 2018’an a li Tirkiyeyê, welatiyan bi sedema “erzaniyê” berê xwe dida dikanên ku têkberên spî û mobîlyayên xilmet difiroşin. Lê bi kûrbûna krîza aborî ve esnafên van dikanan jî êdî nikarin bixebitin. Esnafên dikanên eşyayên xilmet ên Rezan a Amedê têkildarî rewşa heyî axivîn û diyar kirin ku gel êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire.
NE KIRÎN HEYE NE JÎ FIROTIN
Ji esnafên dikana firotina têkberên spî û mobîlyayên xilmet Yucel Kaplan anî ziman ku hema hema nikari qet tiştekî bifiroşin û wiha got: “Kesek nikare tiştên nû bikire lewma jî tiştên xwe yên kevin nafiroşin. Ev yek jî bandorê li me dike. Di demên berê de bihayê eşyayên nû û yên kevin gelek ji hev zêde nebûn. Weke mînak, yek dihat makîneya xwe cilşûştinê bi 2 hezar lîreyan difirot û piştre diçû ya bi 3 hezar lîreyan dikirî. Lê niha di navbera fiyetên wan de gelek ferq heye. Ji ber vê jî ne kesek dikare bikire û ne jî bifiroş e. Em nikarin eşyayên xwe yên berê me firotin jî dîsa wergirin. Lewma kirîn û firotin tune ye.”
Bi domdarî Kaplan anî ziman ku ji ber zêdebûna kurê, piyasa êdî sekiniye û wiha domand: “Mînak; bihabûna mazotê bandorê li neqliyeyê dike. Dema bandorê li neqliyeyê dike jî vêcarê barê me giran dibe. Bi vê yekê re bandorê li mişteriyan dike. Lewma hêza kirînê tune ye. Em dixwazin ku dowîz bikeve. An jî fiyet êdî neguherin. Her ku dowîz zêde dibe, her tiştek biha dibe û zem tên kirin. Milet nikare tiştên nû bikire lewma jî tiştên xwe yên berê bi kar tîne û nafiroşe. Ji ber ku nafiroşin, em jî nikarin bikirîn.”
CIHÊ TIŞTA KU TÊ FIRTON TIJE NABE
Yek ji esnafên din Serhan Ateş jî heman gazinc kirin û berteka xwe wiha nîşan da: “Em tiştekî difiroşin lê nikarin tiştekî deynin cihê wê. Her kesekî ji xwe re budçeyek diyar kiriye. Lê em nikarin li gorî wê budçeyê bifiroşin û bikirin. Sedema van jî bihabûna dowîz, mazot û benzînê ye. Dema tiştan dikirim, ji neçarî heqdestê neqliyeyê jî li bihayê eşyayan zêde dikim. Ez dikarim niha bifiroşim lê nikarim bikirim.”
ÊDÎ KESEK NIKARE EŞYAYÊN XILMET JÎ BIKIRE
Têkildarî mijarê esnafê bi navê Ramazan Çelîk jî anî ziman ku li Tirkiyeyê krîzeke aborî ya mezin heye û axaftina xwe wiha qedand: “Di demên berê de me dikariya 15 parçeyan bikirin lê niha 10 parçeyan dikirin. Êdî kesek nikare eşyayên nû bikire. Dev ji eşyayên nû berde, kesek nikare yên xilmet jî bikire. Krîzeke mezin heye. Sedema vê krîzê jî deshtilatdarî ye. Di demên berê de mişteriyan 5-6 parçe eşya dikirîn lê em niha hewl didin bi firotina yek-du parçeyan debara xwe bikin.”