WAN - Nûnerên ode, sendîka û partiyên siyasî yên li Wanê destnîşan kirin ku polîtîkaya derve ya desthilatê xizaniyê kûrtir kiriye û gotin, dê 1'ê Gulanê bi ruhekî dijberî şer pîroz bikin.
Ji ber polîtîkayên şer ên desthilata AKP-MHP'ê krîza aborî ya li Tirkiyeyê her diçe kûrtir dibe. Kedkar û karker ji bno li ber vê krîzê rabin û mafên xwe biparêzin ji niha ve dets bi amadehiyên 1'ê Gulanê kirine. Li Wanê 1'ê Gulanê dê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê bê pîrzkirin. Mîtînga 1'ê Gulanê dê li ber Parka Mûsa Anter bê lidarxistin.
Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Fîkret Dogan, anî ziman ku 1'ê Gulana îsal ji bo tevahiya civakê pri girîng e û ji bo vê bal kişand ser krîza aborî ya ji ber polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê kûr bûne û got: "Gelê me divê bi ruhê 8'ê Adarê û 21'ê Adarê ber bi qadên mîtîngê ve biçe û li ber vê rewşê rabe."
'LI DIJÎ ŞER BER BI 1'Ê GULANÊ VE'
Dogan, li ser şerê Tirkiyeyê yê bi şirîkantiya PDK'ê daye destpêkirin sekinî û got: "Di heyameke ku civak hatiye tarûmarkirin de, em dizanin ku fikr û ehstên milîtarîst û neteweperest ên Tirkiyeyê gur dikin û amadekariyên hilbijartinekê dikin. Tekane argumana desthilatê şer, mirin û kuştin e. Ev şer, ne ji bo mifha gelan e. Ger dilê wan û aramiyê, demokrasî û azadiyê hebe, beriya her tiştî divê li ber vî şerî rabin. Divê dengê dijî şer li qadên 1'ê Gulanê bê bilindkirin."
'GERE EV PERGAL BÊ GUHERANDIN'
Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) a Wanê Mîhaîl Atîk jî bal kişand ser krîza aborî ya li welêt û got, wekî sektorên din sektora înşeatê jî tê tunekirin. Atîk, bilêv kir ku sermaye bûye monopol û mesafeya navbera xizan û zengînan pir zêde bûye û got: "Ev pergal civakê xizantir dike. Sedema vê jî polîtîkayên desthilatê ne. Em ê li dijî van polîtîkayan û ji bo guherandina vê pergalê li qadan dengê xwe bilind bikin."
'GAV NAYÊN AVÊTIN'
Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç jî bal kişand ser krîza aborî û civakî ya li welêt û got: "Polîtîkayên desthilata heyî ev xivak xist vî halî. Desthilat nikare pêdiviyên civak peyda bike. Di demên dawî de polîtîkayên şer bebriçavtir bûne û bi vê re pêdiviyên civakê ji nedîtî ve tên. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî tu gavên berbiçav nayên avêtin. Hema bibêje tu kes nemaye ku bandor ji van polîtîkayen negirtiye. Lewma ji bo bilêvkirina daxwazên li dijî van polîtîkayan 1'ê Gulanê firsend e."
'JI BO PÊŞÎ LI BER DESTHILATÊ BÊ GIRTIN...'
Berdevkê Konfederasyina Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ê Wanê û Serokê Yapi-Yol Senê ya Şaxa Wanê Îbrahîm Çelîk jî diyar kir ku krîza ku kedkar ne musebîbê wê ne, fatûreya wê li kedkaran tê barkirin. Çelîk, wekî sedem jî bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilatê û got: "Li herêmê 40 sal in şerek heye. Sedema krîza aborî şer e. Ger meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bihata çareserkirin, dê ev krîz çênebûna. Îro ro li malan goşt nayê çêkirin. Em li dijî şer dibêjin aştî."
Çelîk bang li hemû kedkaran kir ku tevli mîtîngê bibin.
'EM Ê BI RUHEKÎ DIJBERÎ ŞER TEVLI MÎTÎNGÊ BIBIN'
Serokê Genel-Îş ê Şaxa Wanê Omer Tekîn jî diyar kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de li dijî şer dengê aştiyê bilind bikin û got: "Em dibêjin ne ji şer, ji kedkar û bindestan re budçe. Ji lew re aborî ji ber şer û meseleya kurdî di vî halî de ye. Ev pergal bi vî awayî nabe. Em ê bi ruhekî dijberî şer mîtînga xwe pîroz bikin."
Tekîn, destnîşan kir ku 1'ê Gulanê tenê ne cejna kedkaran, cejna tevahiya civakê ye û bang li her kesî kir ku tevli mîtîngê bibin.
MA / Mehmet Şah Orûç