MELETÎ - Li Meletiyê hilberînerên mişmişan bandor ji sermayê girtin. Cotkaran xwest herêm wekî "Herêma Afetê" bê îlankirin û deynên wan bêfaîz bên taloqkirin.
Li gelek bajaran hefteya borî ji ber berf û barên, sermayek dijwar dest pê kir. Ev serma bandorê li çandiniyê dike. Sermayê li Meletiyê bandorek nebaş li baxçeyên mişmişan dike. Ji ber sermaya di 13-14'ê Nîsanê de kulîlkên darên mişmişan qeşa girtin û şewitîn. Cotkaran xwest deynên wan ê krediyê bê faîz bên taloqkirin an jî herêm wekî "Herêma Afetê" bê îlankirin.
Ji navçeyên Meletiyê yên bandor ji sermayê girtin yek jê jî navçeya Yazixanê ye. Cotkar Atîlla Şîmşek ku baxçeyê wî yê mişmişan bandor ji sermayê girtiye got: "Ji ber sermaya dijwar mişmiş di şevekê de şewitîn. Keda me berhewa bû."
Şîmşek, diyar kir ku fiyetê mazotê û gubre pir biha bûne û got: "Bi ser de jî mişmiş şewitîn, pişta me ji binî de şikiya."
FIYETÊ MAZOTÊ
Şîmşek, bilêv kir ku par fiyetê mazotê li dor 5-6 TL'yan bûye, lê îsal 22 TL ye û ji ber vê mesref 4 qat zêdetir bûne. Şîmşek, diyar kir ku ji xeynî mazotê fiyetên gubre û dermanan jî bi qasî yê mazotê biha bûne û ji ber vê diviyabû baxçeyê xwe du caran av bide, lê tenê carekê av daye. Şîmşek, da zanîn ku sermayê bandor li tevahiya cotkarên mişmişan ên Meletiyê û navçeyên wê kiriye û got: "Bi qasî me bihîst baxçe giş şewitîne. Dê îsal berdarî tune be."
'EM Ê DEV JI COTKARIYÊ BERDIN'
Şîmşek got: "Jixwe mişmiş tune ne. Em ketina etra daran ku em wan bi xelasê bixin. Ev çend sal in me kredî kişandiye, lê em nikarin bidin. Em her sal taloq dikin. Îsal jî qeşayê li me xist. Em ê dev ji cotkariyê berdin, karine din bikin. Em ê heya sala bê çawa van daran îdare bikin. Sibê dê heqê pereyê avdaniyê bê. Kes alîakriya cotkaran nake, cotkar bi tenê hatine hiştin. Her kes ketiye pey tiştekî alternatîf. Dewlet divê tenê ne ji bo sîgorteyê, wekî din jî aliyê me bike. Divê ji ber vê sermayê destekê bide me, yan na dê cotkar nikare ji heqê îsal derkeve."
'MESREF ZÊDE BÛNE'
Cotkar Mehmet Tûncel jî diyar kir ku bergirtina mişmişan ne muhîm e, ji lew re ew heman mesrefî ji bo daran dikin. Tûncel, destnîşan kir ku ji bo daran biparêzin mecbûr in li wan miqate bin û got: "Em cotkar pir mexdûr in. Bilîbûna bi baxçe, eynî wekî bilîbûna bi zarokekî ye. Em mecbûr in baxçe bajon. Em avê didin, em 2-3 caran gubre direşînin. Salê herî kêm em 5 caran derman didin wan."
Tûncel jî bal kişand ser mesrefan. Tûncel, da zanîn ku gubreyê ku par bi 150 TL'yî distendin, îsal bi 750 TL'yî distînin û mazota ku bi 6 lîreyan distendin îsal bi 22 TL'yan distînin. Tûncel, destnîşan kir ku dewlet alîkariya wan nake û got: "Meletî ji sedî 80 debara xwe bi mişmişan dike. Lê îsal ji sedî 80'yê mişmişan şewitîne. Mişmişên deştên Meletiyê şewitîn. Barê cotkaran giran bûye. Ber tune ye, lê em mecbûr in daran derman bikin. Ger baxçe hişk bibe, em ê sala bê tu tişt bi dest nexin."
'DÊ KARKERÊN DEMSALÎ NEYÊN'
Tûncel, li ser girîngiya mişmişên Meletiyê û bandora wan a li aboriya welêt sekinî û got: "Tên îxrackirin û bi milyonan pere tên. Her wiha her sal herî kêm 70 hezar karkerên demsalî tên Meletiyê. Ji Êlih, Riha, Amedê û gelek cihên din karker tên, lê îsal rizqê wan jî nema."
'BILA DEYNÊN KREDIYÊ BÊN TALOQKIRIN'
Tûncel, destnîşan kir ku divê herêm wekî "Herêma Afetê" bê îlankirin û got: "Ji lew re em bi deyn gubre distînin, em bi deyn derman distînin. Em mecbûr in di meha 9'an, di meha 10'an de van deynan bidin. Me kredî kişandiye. Rewşa her kesî wiha ye. Hin jê makîneyên derman dikirin, hin jê traktor. Sibê dusibe gava hûn mecbûr man van krediyan bidin, hûn ê çi bikin? Lewma em dixwazin ev deyn bên taloqkirin, lê bê faîz."
Her wiha Tûncel xwest ger herêma Meletiyê di etra rayedaran de be, nexwe divê vê derê wekî "Herêma Afetê" îlan bikin û deynên wan ên bankeyan bê faîz taloq bikin.
MA / Mujdat Can