EDENE - Serokê Komeleya Şopandin û Pêşîlêgirtina Karkeriya Zarokan Mehmet Bayram, destnîşan kir ku sedema sereke ya şixulandina zarokan bêedaletiya civakî ye û heya pêşî li ber xizaniyê neyê girtin, dê pêşî li ber şixulandina zarokan jî neyê girtin.
Serokê Komeleya Şopandin û Pêşîlêgirtina Karkeriya Zarokan Mehmet Bayram, zêdebûna hejmara zarokên tên şixulandin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
Bayram, anî ziman ku sedema sereke ya şixulandina zarokan, girêdayî pergala civakî-aborî û çandî ya welat e û got: "Têgiha xizaniyê, bi tea serê xwe sedema karkeriya zarokan rave nake, lê ji nêz ve têkildarî vê diyardeyê ye. Bi taybetî li welatên ku pêş ve diçin, zarok wekî hêza kedê ya erzan tên bikaranîn. Taybetmendiyên sereke yên van welatan ew e ku li van welatan payêkirina dahatê ne wekhev e, nifûsê zû zêde dibe, rêjeya nifûsa ciwan zêde ye û bajarîbûneke bêpergal heye. Ev dibe sedema zêdebûna betaliyê. Li welatên kêmpêşveçûyî jî keda zarokan wekî hêza karî ya erzan û bêparastin tê tercîhkirin."
Bayram, destnîşan kir ku koçberiya ji deverên çoleter ber bi bajaran ve zêde dibe û ev yek dibe sedema zêdebûna rêjeya betaliyê û bêhevsengiya di nava sinifan de a di warê aborî û civakî de. Bayram got: "Ev pirsgirêk li Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê, dibin sedema zêdebûna karkeriya zarokan. Bi rastî jî li Tirkiyeyê zarokên temenê wan di navbera 5-14 salan de, ji sedî 68 wan ji bo pêdiviyên malê peyda bikin, ji sedî 21'ê wan ji ber ku malbat dixwaze, ji sedî 6'ê wan jî ji bo bibin xwedî sihet, ji sedî 4'ê wan jî ji bo pêdiviyên xwe peyda bikin û ji sedî 1'ê wan jî ji ber sedemên din dixebitin."
Bayram, da zanîn ku ew Komeleya Şopandin û Pêşîlêgirtina Karkeriya Zarokan, ji bo li herêma Çûkûrovayê karkeriya zarokan kêm bikin û pêşî lê bigirin dixebitin û ji bo vê Belgeya Stratejiyê ya Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan amade kirine û divê piştgiriya vê belgeyê bê kirin.
SEDEMA SEREKE BÊEDALETÎ YE
Bayram, destnîşan kir ku sedema sereke ya şixulandina zarokan bêedaletiyya civakî ye û got: "Li Tirkiyeyê ji bo têkoşîna li hemberî karkeriya zarokan gelek qanûn hatin sererastkirin, gelek planên stratejîk hatin çêkirin û proje hatin çêkirin, lê belê heya niha polîtîkayên têkoşîna li dijî karkeriya zarokan bi awayekî kartêker pêk nehatine. Têkoşîna li dijî karkeriya zarokan, ne di nav polîtîkayên piralî û pirtebeqeyî de, bi projeyên çavkaniyên fînansmanî yên demborî û bi projeyên bi awayekî koordîneyî nayên kirin tê kirin. Lê gava ev proje bi dawî dibin, têkoşîna liq adê jî diqede. Ji bo vê budçeyeke cuda nayê tahsîskirin, TUÎK, derbarê karkeriya zarokan de bi awayekî birêk û pêk daneyan berhev nake û hwd. Ev hemû têkoşîna di vî warî de qels dikin."
Bayram, anî ziman ku ji bo têkoşîneke mayinde divê li hemberî betaliyê têkoşînek hebe, îstihdama jinan zêde bibe, pergala parastina civakî bê xurtkirin, pêşî li ber xizaniyê bê girtin, pergaleke perwerdehiyê ya bêpere hebe, pêwendiya perwerdehî û îstihdamê bê xurtkirin, mekanîzmaya kontrolkirinê bê xurtkirin û hayjêhebûn bê zêdekirin.
Bayram di dawiya axaftina xwe de got: "Ji lew re karkeriya zarokan pirsgirêkeke pirtebeqeyî ye û heya têkoşîna di qadên polîtîk ên din de bi ser nekeve û pêşî li ber xizaniyê neyê girtin, dê serketineke mayinde çênebe di vî warî de."
MA / Hamdûllah Kesen