MÊRDÎN – Li Deşta Mêrdînê dexlûdanê cotkaran ji ber hişkesaliyê ango şilî nîne hişk bûn. Cotkarên bi deynan re rûbirû mane ji bo eraziyên xwe ku av didin jî bi fikar in.
Dema meriv dibêje Mêrdîn helbet xêrûbera deşta wê ango beriya wê tê bîra meriv. Jê re dibêjin Detşa Mezopotamyayê jî. Herî zêde îsal ziwabûn qewimî ye. Her sal li Mêrdînê nêzî 3 milyon 140 hezar dekar erazî tê çandin. Ji vê hejmarê tenê milyonek û 600 hezar dekar di statûya avdanê de ye. Ji ber ku meha nîsanê ziwa ango bêşilî derbas bû dexlûdanê cotkaran li zeviyan hişk bû. Cotkarên deşta Mêrdînê ji ber vê bêşiliyê bi gazinc in û dibêjin ku dexlûdanê wan ji bêaviyê ziwa bûye.
COTKARIYÊ DIQEDÎNIN
Ji cotkarên li deştê Bedîr Arî da zanîn ku beşek mezin ê dexlûdanê wan hişk bûye û ew nizanin wê çawa deynên ku kirine bidin. Arî diyar kir ku li gel vê ziwabûnê jî piştgirî wernegirtine û ji berk u fatûreyên ceryanê li ser eraziyên avî bi serê donimê hatiye çêkirin şîrketa ceryanê ji eraziyên wan ziwa maye re jî fatûre biriye. Arî got tenê li gundê wan bi sedan donim erazî ji ber şilî nebû ziwa bûye û tiştek ew bikin nemaye. Arî anî ziman ku wê debra genim îsal kêm be û tevî vê yekê jî wê bihayê genim jî erzan be û got: “Bi çinîna genim re dewlet jî dest bi îthala genim dike. Dema ev îthat tê kirin jî cotkaran dikuje. Jixwe îsal genimek wisa zêde ku wê cotkar bifiroşin jî nebe. Em ê çi bikin? Xebat nîne, cotkarî jî nebe em rûdinên, jixwe sewalkarî jî miriye. Deynên cotkaran gelek zêde ye û divê ev deynen werin paşxistin. Heke alîkarî jî neyê kirin, em ê ji binî ve biqedin. Em ê nikaribin pereyê gubreya me avêtiye bidin. Me ji Kooperatîfê gubreyê girtiyê, lê pere nîne em bidin.”
KETINE BIN DEYNAN
Fazil Sariyer ê cotkar jî destnîşan kir ku îsal salek xerîb e û wiha got: “Ji sala 2008’an ve bi teşwîqa dewletê cotkaran bîrên avdaniyê vekiribûn. Lê asta em gihîştinê de cotkar bi deynan re rûbirû mane. Dewlet di bin navê ‘bernameya hîbeyê’ de cotkaran teşwîqî krediyan kir. Li şûna ku dewlet van krediyan vedike, em bang lê dikin ku projeya avê ya GAP’ê bigihînin herêmê.”
WÊ COTKAR NIKARIBIN ÇANDINIYÊ BIKIN
Sariyer anî ziman ku ji ber rekolte ango hilberînên ji eraziyên avî bi dest bixin jî kêm e û wiha got: “Ji bo pêşîlêgirtna zirarê divê deyn werin taloqkirin. Divê piştgirî jî bi awayek rêkûpêk were kirin. DEDAŞ’ê bloke daniye ser desteka ji bo cotkaran. Ev pirsgirêkek mezin e. Di serdemek ku hişkayî pêk tê ew bikarin ku dikaribin deynan bidin. Cotkar êdî nikarin çandiniyê bikin. Hişkayî heye. Her tişt biha bûye. Kar û zirara me ev dernaxe. Em nikarin heqê maliyeta em li ser erdan didin razînin. Serê salê bihayê gubreyê 3.5 lîre bû niha derketiya 5 lîreyan. Gubre jî nayê peydakirin. Di rojên pêşiya me de wê dema çinînê (dirûnê) dest pê bike. Wê cotkar nikaribin garis deynin. Çimkî êdî cotkar ji bin deynan û mesrefan dernakeve.”
MA / Ahmet Kanbal