Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne

img

MÊRSÎN – Li ser dezgehan kîloya firingiyan 6-8 lîre ye. Lê belê hilberîner kîloya firingiyan bi lîreyek û 30 qurişî difiroşin. Hilberîneran anîn ziman ku ji ber maliyetê zêde dibin, marja wan a qezenckirinê jî kêm dibe. 

Firingiyên ku di serayên Çûkûrovayê de şîn tên, fiyetê wan ne bi dilê cotkaran e. Hilberîner li nav erd kîloya firingiyan bi lîreyek û 30 qurişî difiroşin, lê li bazar û marketan kîloya wan 6-8 lîre ye. Hilberîneran destnîşan kir ku ji ber zêdebûna maliyetan, marja wan a qezenckirinê kêm bûye. 
 
Mehmet Dîzlek ê 41 salî ku li Taxa Adanalioglû ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê firingî çandine, anî ziman ku îsal bi malzemeyên kevn 5 donim sera çêkiriye û 200 hezar TL pere lê xerc kiriye. Dîzlek got: "Min heba şitla firingiyan bi lîre û 30 qurişî an jî bi lîre û 40 qurişî stendiye. Serê donim em li dor 3 hezar û 500 şitilan datînin. Piştî em şitilan datînin em bi evê re minarelan didin wan. Carinan jî ji bo şitil kulîlkan vekin, em fosforê li wan dikin."
 
Dîzlek, diyar kir ku piştî şitil kulîlkan vedikin vê carê jî ji bo firingî çêbibin hin dermanên din jî direşînin. 
 
SERÊ DONIM 15-20 HEZAR MESREF 
 
Dîzlek, anî ziman ku serê donimê 5 hezar TL heqê şitilan daye û 25 lître gubre jî bi 450 TL'yî kiriye û bi 400 lîre jî mîneral kirîne û got: "Heger em derman û gubre nereşînin firingî xera dibin. Em sê rojan carekê av didin. Ava me ya bîrê ye. Em heqê ceryanê ya ji bo avê jî mehê 750 TL'yî didin. Em her hefte hezar û 500 TL'y mesref dikin." 
 
Dîzlek, anî ziman ew, tevî hevjîna xwe û zarokên xwe û 10 karkerên din di serayê de dixebitin û yewmiyeya karkeran jî 86 TL ye. Dîzlek, bilêv kir ku mesrefa donimekê 15-20 hezar TL ye. 
 
Dîzlek, da zanîn ku kîloya firingiyan bi lîre û 30 qurişî didin komîsyonvanan û got: "Maliyet pir zêde ye. Dewlet divê heqê derman û gubre kêm bike. Nexasim jî du sal im em tiştekî qezenc nakin. Her sal em dibêjin xwezî bi par. Her sal marja me ya qezencê kêm dibe." 
 
ESNAFÊN HALÊ JÎ NE KÊFXWEŞ E 
 
Komîsyonvanên Kompleksa Hala Zebze û Fêkiyan a Mêrsînê jî anîn ziman ku piştî ku firingiyan ji hilberîneran distînin stopajê, KDV û maliyeta karkeran lê zêde dikin û bi qasî 2 lîre û 50 qurişî davêjin ser. Komîsyonvanan bilêv kir ku raya giştî dibêje qey ew fiyet zêde dikin, lê belê berê ku bi 2.5 lîreyan ji halê derdikeve tevî heqê veguhastinê, heqê karkeran û kirê heya digihêje marketan dibe 3-4 TL û wexta digihê destê mişteriyan fiyet hinekî din zêdetir dibe.