Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne

img
WAN - Dadgehê biryar dabû ku 303 karkerên ku rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ew ji kar derxistine, vegerin ser karê xwe. Lê belê qeyûm hîn jî karê wan nedaye wan. Karkeran anî ziman ku di mulaqatê de pirsên wekî "hevalê Barbieyê kî ye?" pirsîne.    
 
Qeyûmê ku di sala 2016'an de tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû kirin, ji hezar û 706 karkeran 440 jê ji kar derxistibû. Ji van karkeran 134 jê cardin vegeriyabûn ser karê xwe û 306 karker jî ji bo vegerin ser karê xwe serî li dadgeha îdareyê dabûn. Piştî ku dadgehê biryar da vegerin ser karê xwe, 3 caran ketin mulaqatê. Lê belê ji ber ku pirsên derî beşa karkeran ji wan hatibû pirsîn, mulaqata wan "neserketî" hatibû hesibandin. Paşê ji van karkeran 3 jê jiyana xwe ji dest dabûn. Tê payîn ku karkerên mayî cara 4'an têkevin mulaqatê. 
 
‘HELWESTEKE DIJMINANE' 
 
Karkerên ji kar hatibûn derxistin ji bo vegerin ser karê xwe platformek ava kiribûn. Berdevkê platformê karker Zafer Ûyar, anî ziman ku 10 salan bi awayekî taşeronî li şaredariyê xebitiye û di mulaqata ji bo kadrobûyînê de bi helwesteke "dijminane" re rû bi rû mane. Ûyar, destnîşan kir ku di mulaqatê de pirsên derî karê wan ji wan hatine pirsîn. 
 
Ûyar got: "Em bi pergaleke ku çav berdaye rizqê zarokên me re rû bi rû ne. Di mulaqatan de pirsên derî karê me ji me pirsîn. Ev jî bi awayekî aşkere nîşan dide ku li karkerên ku di dema rêveberiya HDP'î de hatine girtin birçîbûn û hejariyê  ferz dikin." 
 
‘EM DOZA HEQÊ XWE DIKIN' 
 
Ûyar, guhnedêriya rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li bajêr jî rexne kir û xwest ev mexdûriyeta wan bê dîtin. Ûyar, da zanîn ku di dema qeyûm Walî Mehmet Emîn Bîlmez de nêzî 70 karker dest bi kar kirine û got: "Em doza tiştekî li kesî nakin. Em doza heqên xwe yên qanûnî dikin. Dadgeh û lêpirsînên ewlehiyê mafdariya me piştrast dikin. Tu qeydeke me ya sicîlê tune ye ku ji bo kadrobûyînê bibe asteng." 
 
Karker Welat Abî jî destnîşan kir ku walî bi awayekî "sûcdarî" li wan mêe dike û rayedara naxwazin hevdîtinê bi wan re bikin. Abî got: "Ji lewra em mafdar in. Em di mulaqateke formalîte de hatin seridandin." 
 
‘PAYTEXTA BALERÛSÊ?' 
 
EAbî, diyar kir ku mulaqatên hatine kirin ne li gor usûlê bûne. Abî, bilêv kir ku di dozê de bi ser ketine û li bendê ne cara çaran têkevin mulaqatê. Abî, xwest mulaqat li gor usûlê bên çêkirin û li gor karê wan pirsan ji wan bikin. Abî got: "Ji hin hevalên me pirsa 'hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne. Ji hin hevalên me pirsa 'Navê pytexta Tirkiyeyê çi ye?' pirsîne. Ez ajovanê kemçeyê me. Lê rabûn pirsa 'Navê paytexta Belarûsê çi ye?, Dewra Laleyê kengî bûye?' pirsîn. Em dixwazin rojek berî rojekê vegerin ser karê xwe." 
 
MA / Mujdat Can - Melek Şahîn