AMED - Di înşaeta TOKÎ ya li navçeya Peyasê dewam dike de, qalibê betonê tebiqî û 3 karker bi giranî birîndar bûn.
Li înşaeta TOKÎ ya li navçeya Peyas a Amedê dewam dike, 3 karker dibin qalibê betonê yê tebiqî de man û bi giranî birîndar bûn. Ligel qedexeya derketina derve jî, karkerên neçar man ku bixebitin û birîndar bibin, ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer rakirin nexweşxanê.
Hat hînbûn ku ji 3 karkerên birîndar bûn, rewşa 2 karkeran girane.