Leşkeran meşa karkerên madenê asteng kir

img

KARAMAN – Karkerên madenê yên ji Ermenekê ji bo tezmînata wan nehatiye razandin ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn û meşa wan carek din ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. 

Karkerên madenê yên ji navçeya Ermenekê ya Karamanê bi pêşengiya Sendîkaya Serbixwe ya Maden-Îşê ji bo tezmînata wan nehatiye darizandin di 12’ê cotmehê de ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn. Meş û berxwedana karkeran didome. Karker vê sibehê ji Bajaroka Guneyyûrtê ber bi Enqereyê ve dîsa derketin rê. Lê leşkeran karker û malbatên wan rawestand û destûr neda meşa wan. Karkerên di meşa xwe de bi israr in li cihê hatine rawestandin disekinin. Hin karkerên li ser pêya westiyan rûniştin. Leşkeran bi hêceta çalakiya rûniştinê li dar dixin mudaxileyî wan kir. 
 
Komek ji karkeran û rêveberên sendîkayê pêk tê bi Qeymeqamiya Ermenekê re hevdîtin dikin. Tê payîn ku şande piştî hevdîtinê daxuyanî bide.