Karkerên madena Soma yên xwestin bimeşinê Enqerê hatin binçavkirin

img
MANÎSA - Nêzî 20 karkerên madenê yên xwestin ji Soma heya Enqerê bimeşin, cardin hatin astengkirin. Karker, serê vê sibê li Salihliyê hatin binçavkirin. 
 
Li Manîsayê, karkerên Madenvaniya Ûyar Soma yên ku bi salane tazmîneta wan nayê dayîn, ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin biryar dan ku di 12’yê Cotmehê de, ber bi Enqerê ve bimeşin.  Karkerên meşa wan hat astengkirin, li ber Gorsitana Şehîdên Madena Soma ev 5 rojin berxwedana xwe dewam dikin. Nêzî 20 karkeran ligel hemû astengiyan jî duh bi şev karîn xwe bigihînin navçeya Salîhli ya Manîsayê. Karkeran dûre, li ser Rêbejahiya Îzmîr û Enqerê kamp avakirin ji bo xwe. Lê di saeta 04.00’ê sibê de, endamên Sendîkaya Karê Madena Serbixwe Başaran Aksû û Kamîl Kartal jî di nav de 20 karkerên madenê hatin binçavkirin. 
 
Hat hînbûn ku karkerên hatin binçavkirin, li Qereqola Eskerî ya Salîhlî tên girtin.