Wê HDP ne ji bo qesrê ji bo gel budçeyê bixwaze

img

ENQERE – HDP,  bi şîara “Ne ji qesrê, şer û alîgiran re ji gel re budçe” ji bo Budçeya Rêveberiya Navendî “Budçeya Gel” pêşniyar bike. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), helwesta xwe ya Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2021’an ku dê pêşkêşî meclisê bê kirin, aşkera kir. HDP, bi şîara “Ne ji qesrê, şer û alîgiran re ji gel re budçe” ji bo Budçeya Rêveberiya Navendî “Budçeya Gel” pêşniyar bike.
 
HDP’ê budçeya sala 2020’an weke budçeya “Qesrê, şer û sermiyan” pênase kiribû û dabû zanîn ku budçe ne li gorî wekheviya civakî bûye, jinan tune hesibandiye û bêadeletiya dahatê zêde kiriye; ji bo karker, kedkar, cotkar, xwendekar, esnaf, teqawîtan û gel ku di şertên qrîzê de di nav xîzaniyê de nehatibûye amadekirin. Dîsa gotibû ku budçe ne ji bo ji sedî 99’an ji bo “alîgiran” ku ji sedî yekê civakê ne bûye.
 
 ‘BUDÇEYA GEL’
 
Tê payîn ku “Budçeya Gel” di hefteya pêş de ji aliyê Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Aboriyê Berpirsyar e Garo Paylan ve bi civîneke çapameniyê pêşkêşî raya giştî bê kirin. 
 
Hin sernavên di budçeya ku wê HDP pêşkêş bike de wiha ne: 
 
* Wê ji bo her welatiyê ku dahata wî tuneye hezar TL bê dayîn.
 
* Wê bihayê asgarî bibe 4 hezar TL.
 
 
* Di teqawîtiyê de yên ji ber temenê xwe nikarin teqawît bibin wê bê teqawîtkirin
 
* Wê ceyran, av û gaza xwezayî û înternet bê pere bin. 
 
* Wê S-400 bên firotin.”
 
MA/ Dîren Yûrtsever