Çerkezoglu: Tenê rêya çareseriyê yekîtî ye

img

STENBOL - DÎSK'ê li dijî zextên li ser karkeran dest bi "Seferberiya Rêxistinbûnê" kirin. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu, destnîşan kir ku her diçe hêjmara karkerên sendîkayî kêm dibin û wiha got: "Çareseriya van pirsgirêkan serdestiya aştiyê û yekîtiya karkeran e." 

Li gorî xala Destûra Bingehîn a 51’an, karker ji bo mafê xwe yê kedê û civakî biparêzin û pêş bixin, bêyî destûr bistînin dikarin bibin endamê sendîkayekê. Sendika, bi armanca mafê karker û karsazan ên kar, qezenç, berjewendiyên civakî û çandî biparêze û pêş bixe li gorî zagonan dikare xwe bi rêxistin bikin. Lê karsaz ji ber tenê li berjewendiyên xwe difikirin, naxwazin ku karker bibin xwedî sendîkayî û mafên zagonî. Ji bo karkerên sendîkayî ji sendîkayê dûr bixin, tundî û gefan li ser karkeran zêde dikin. An karker ji kar tên avêtin an jî di bin zextan de kar dikin. Ev yek jî dibe sedem ku her roj hêjmara endamên sendîkayê kêm bibin û sendîka belav bibe. 
 
Li gorî daneyên Wezîrê Polîtîkayên Xebat û Malbatê yên meha Tîrmehê Li Tirkiyeyê ji 14,2 milyon karkeran tenê 1,9 milyon karker endamên sendîkayan in. Li gorî lêkolîna DİSK-AR'ê ya Nîsanê jî bi rîskê Vîrûsa Corona (Kovid-19) rîska di navbera karkeran û bê sendika hiştin zêdetir kiriye. Li dijî bê sendîkabûnê DÎSK'ê dest bi Seferberiya Sendîkayîbûnê" kirin. Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) Arzu Çerkezoglu anî ziman ku li Tirkiyeyê ji zagonan heta mevzuatê her tişt li pêş maf û rêxistinbûna karkeran asteng e û wiha got: "Vê rewşê bi darbeya 12'ê Îlona 1980'an dest pê kir. Ji salên 1980'ê heta niha hêjmara karkerên sendikayî pir pir zêde ketin. Pêla karkeran hem çawanî û hem jî çawayî zêde bûye. Çîna karkeran di qada sendîka û rêxistinbûna siyasal de dema herî lawaz dijî. Karkerên dibin sendîkayî ji kar davêjin. Ji roja em hatine avakirin heta niha em têkoşîna rêxistinbûnê dimeşînin. Karkerên em bi rêxistin dikin li her qadê bi tundî û zextan re rû bi rû dimînin. Karkerên dibin endamên DİSK'ê ji kar tên avêtin. Hevalên me ji ber dibin endamên sendîkayê ji kar tên avêtin." 
 
Çerkezoglu, da zanîn ku armanc dikin ku li ser kedê rejîma otoriter ava bikin û wiha lê zêde kir: "Bi behaneya şewbê dixwazin li ser karkeran serdestiyê ava bikin. Gelek planên sermayeyê hene. Dixwazin şewba vîrûsê bikin firsend û van planên xwe têxin meriyetê. DÎSK dê bi hêza xwe ya cewherî li dijî van hemûyan têbikoşe. Dê xwe bigîne her karkerî û hemû karkeran bi rêxistin bike. Li dijî vê yekê em seferberiya bi rêxistinbûyînê dikin. Em ê plana xwe di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin. Em ê xwe biginin hemû karkeran. Em bang li hemû karkeran dikin ku tev li têkoşîna bi rêxistin bibin. Bi taybetî ji bo jin bibin endamên DÎSK'ê xebata me heye. Em bang li hemû karkeran dikin. Hilberîna hemû nirxên Tirkiyeyê em dikin. Divê em li keda xwe xwedî derkevin. Ji bo em Tirkiyeyek ku aştî, demokrasî serdest be ava bikin divê em milê xwe bidin hev. Divê em li dijî hemû şertên dijwar milê xwe bidnin hev û têbikoşin." 
 
MA / Kadir Guney