Piştî giştînameyê jî eywanên dawetan venebûn

img
WAN - Ji ber pandemiyê eywanên dawetan demeke dirêj girtîbûn. Niha çendî ku destûr hatibe dayîn jî lê belê xwediyên eywanan diyar kirin ku tiştên di giştînameyê de cih digirin bi kêrî wan nayên loma wê eywanên xwe venekin. 
 
Ji ber şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) eywanên dawetan jî demeke dirêj girtî bûn. Di 1'ê Gulanê de cardin hatin vekirin. Wezareta Karên Navxweyî ji bo eywanên dawetan giştînameyek parve kir û tê de hin pîvan diyar kirine. Di giştînameyê de 14 xal hene; divê dema dawetan kin be, mesafe esas bê girtin, hejmara kesan bisînor be, mecbûriyeta bikaranîna maskeyan hwd. Yek ji bajarên ku dawetên wê qelebalix in jî Wan e. Xwediyên eywanan anîn ziman ku li gor xalên hatine diyarkirin wê nikaribin tu karî bikin. 
 
'XWEZA QET VENEBÛNA' 
 
Huseyîn Kivanç, anî ziman hê jî eywana xwe venekiriye û got: "Mirovên bên emcbûr in maskeyan bi akr bînin. Ma ez polîs im ku ji her kesî re yek yeko bêji maskeyê bi kar bîne. Lukseke min î wiha tuneye. Gava ez ji mirovan re bêjim ez dizanim wê bertekeke çawa nîşan bidin. Mixabin em niakribin pirsgirêkên bi vî rengî bînin ziman. Ev ji bo me xwediyên eywanan ne tu tişt e. Xwezî qet venebûna û wekî 5 mehên borî em li malên xwe bûna." 
 
Kivanç, diyar kir ku beriya şewbê 6 meh û piştî şewbê jî demekê eywanên wan girtîbûn û got, 11 mehan neşixulîne. Kivanç, got: "Ez nikarim nan bibim mala xwe. Li Wanê karê me 3-4 meh in. Mehê 20 hezar mesrefê min diçe. 11 meh in nikarim bişiulim. Ev jî li min bûye 240 hezar Tl deyn. Em ketine halekî wiha ku dilê nmirovan bi me dişewite. Bang li rayedaran dikim; biwijdan bin û bila guh bidin daxwazên me. Heger wisa dewam bike em ê eywanên xwe bigirin."