Karkerên çandiniyê dixwazin sîgorteya wan bê çêkirin

img
MANÎSA - Jinên ji şeveqê heya êvarî bi 80 lîreyî li nav erdan dişixulin, anîn ziman ku tu sîgorte temînateke wan jî tuneye. 
 
Li Manîsayê jinên ku ji şevqê heya êvarî li nav erdan ji mecbûrî dişixulin, heq desta wan tenê 80 TL ye. Hesret Aslan ku li Taxa Karabekirê dijî, diyar kir ku ji 16 saliya xwe ve vî karî dike. Aslan, anî ziman ku 4 sal berê emeliyat bûye û got: "Berî tedawiya min biqede rabûm ser xwe. Wê demê rewşa aborî ya malbata min nebaş bû. Ji bo heqê tedawiya min kredî kiandibûn. Ez jî mecbûr mam bişixulim. Roviyên min di kîsikên kolonoskopiyê de bûn, lê dîsa jî diçûm ser daran min gilyas kom dikirin." 
 
QEZAYÊN KARÎ
 
Aslan, da zanîn ku heqdesta karkeran 120 TL ye lê belê 40 lîre jê ji bo çawîşan jê tê birîn.
 
Aslan, bibîr xist ku karkerên çandiniyê havîna tim qezayê trafîkê dikin û got: "Ji qezayên trafîkê bêtir qezayên karî çêdibin. Hema bêje her roj diqewimin. Mirov, ji tirsa ku wê bê kar bimînin nabêjin. H-Gava qeza çêdibe kardêr heqê nexweşxaneyê dide. Heger sîgorte û temînateke me hebûna, me yê karibûna debara xwe bikira." 
 
Xwendekara lîseyê Avesta Aslan jî anî ziman ku dixwaze bibe hemşîre û got: "Mecbûr im alîkariya malbata xwe bikim. Dixwazim bibim hemşîre. Lê em pir dişixulin, ji bo perwerdehiyê wext namîne."