Rojava TV ji bo koçberan kampanyaya da destpêkirin
Rojava TV ji bo alîkariya koçberên Rojavayê Kurdistanê Kampanyaya ‘Mil bi Mil, Mal bi Mal’ da destpêkirin.
- 20:23
3 PKK'î piştî 32 salan li cihê lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
Li Dêrikê 3 PKK'î piştî 32 salan li cihê ku jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama "Ew ê tu carî neyên jibîrkirin" hate dayîn.
- 20:10
Li Şengalê ciwanan Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin
Li Şengalê di salvegera 27’ emîn a Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê de bi pêşengiya Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê hate şermezarkirin. Ciwanê Şengalê gotin: “Felsefa Netewa Demokratîk bû heviya hemû gelan û bi taybetî gelê Êzîdî.”
- 18:08
Ciwanên tev li berxwedana Rojava bûbûn li Silêmaniyê bi coş hatin pêşwazîkirin
Ciwanên ku tev li seferberî û berxwedana Rojavayê Kurdistanê bûbûn, îro li Silêmaniyê bi coşekî xurt hatin pêşwazîkirin û gotin: "Tevahiya gelê Kurd karî bi hev re, bi yek dil û yekdeng li dijî êrişan raweste.”
- 18:00
AFP: Li Kampa Holê piraniya malbatên biyanî yên DAIŞ’î winda ne
Çavkaniyên u ji AFP'ê re axivîn, diyar kirin ku beşekî mezin ji jin û zarokên DAIŞ’î yên ku li kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê dihatin ragirtin, ji kampê derketine.
- 17:49
Biryara PE'yê ya ji bo Rojava: Divê mafên Kurdan bê misogerkirin
Parlamenta Ewropayê, di biryarnameya xwe ya derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bang li dewleta Tirk kir ku çareseriyê nexe xeteriyê û daxwaz kir ku korîdoreke mirovî ji Rojava re were vekirin û mafên Kurdan li gorî destûrê werin misogerkirin.
- 17:42
UNICEF û WFP'ê li Kobanê lêkolîn kirin
Şandeyeke UNICEF û UNWFP'ê ku serdana bajarê Kobanê kir, rewşa kesên ku bi zorê koçber bûne bi nûnerên rêxistinan re nîqaş kirin.
- 16:06
DEM Partî, DBP, HDK û partiyên sosyalîst çûn serdana ESP’ê
DEM Partî, DBP, HDK û partiyên sosyalîst ji bo piştevaniyê çûn serdana ESP’ê. Di serdanê de peyama têkoşîna hevpar hat dayin.
- 16:02
Jina bi îşkenceyê hat qetilkirin hat definkirin: Êdî bes e, em ê mudaxile bikin
Di merasîma cenazeyê Alev Koçê de ku li Mereşê bi îşkenceyê hat qetilkirin, dayika wê Cenet Koçê, got: "Edî em ê mudaxile bikin. Bes e ji vê zilma hovane re, bes e!"
- 15:58
'Jiyanê nîşanî me da ku projeya jiyana hevbeş a Ocalan çawa hatiye piştrastkirin'
Berdevka DEM Partiyê Ayşegül Doganê got: "Îro, jiyanê nîşanî me dide û nîşanî me daye ku projeya jiyana hevbeş a ku ji hêla Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin çawa hatiye piştrastkirin."
- 15:34
Doza faîlê tecawizê cerdevan Yardim bi hinceta ‘demborînê’ hat betalkirin!
Danişîna doza cerdevan Îzzettîn Yardim ê ku bi awayekî sîstematîk tecawizê Z.Ç. kiribû hat lidarxistin. Dadgehê, bi îdiaya “domborînê” biryara betalkirina dozê da.
- 15:25
Rapora gırtigehan a OHD a Îzmîrê: Îşkence û muameleya xirab sûc e
Endama Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa OHD ya Îzmîrê Behîce Bîleceyê diyar kir ku divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin û got ku îşkence hem di hiqûqa neteweyî hem jî di ya navneteweyî de eşkere hatiye qedexekirin.
- 15:05
Ji saziyên ziman ji bo rakirina dorpêça li ser Rojava bang
Saziyên zimanê Kurdî li Şirnexê daxuyanî dan û xwestin dorpêça li ser Kobanê were bidawîkirin û Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê were vekirin.
- 15:04
Li Dêrazorê ku di bin kontrola HTŞ'ê de ye çi diqewime?
Rêveberiyên herêmî yên li Dêrazorê, di bin navê “bacê” de pergala xeracê xistiye meriyetê û çeteyên sûcê hatine berdan. Vê rewşê jî rê li ber hêrsa gel vekir.
- 14:49
Zêdetirî 200 hezar kesan koçî Kobanê kirin: Mal tên talankirin
Piştî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji zêdetirî 70 cihan nêzî 200 hezar kes li Kobanê hatin bicihkirin.
- 14:28
Parlamentoya Portekîzê dê bi rojeva pêşnûmeya ‘Rojava’ bicive
Parlamentoya Portekîzê dê sibe bi rojeva pêşnûmeya ku têkildarî şopandina rewşa insanî û parastina mafên mirovan pêşniyaran dike, bicive.
- 14:07
Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re der barê 15'ê Sibatê de daxuyanî
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê ku der barê 15'ê Sibatê de daxuyanî da, wiha got: "Em ê sala 2026'an bikin sala azadiyê, sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan û sala azadiya gelê Kurd li her deverê.”
- 14:04
Gelê Dêrazorê li dijî pevçûnên ji ber petrolê daket kolanan
Li Dêrazorê ku ketiye bin kontrola HTŞ’ê, ji ber petrolê di navbera eşîran û komên çekdar de pevçûn rû didin. Gel, li dijî pevçûnan dakete kolanan.
- 14:03
YE, dê pêşniyaznameya der barê 'parastin û piştgirîkirina kêmneteweyên' bide ber dengdanê
Li Parlementoya Ewropayê piştî rûniştina der barê Rojavayê de, dê îro dengdan li ser pêşniyaza ji bo parastina kêmneteweyan,piştgirîkirina an naskirina mafên wan ên destûra bingehîn bê kirin.
- 14:01
Desteya Tenduristiyê ji bo bûyera zarokê 8 mehî ya Kobanê kete nava tevgerê
Nexweşxaneyeke taybet a li Kobanê ji bo cenazeyê zarokê 8 mehî ku jiyana xwe ji dest dabû, pere ji malbatê xwest. Desteya Tenduristiyê ya Kobanê diyar kir ku bûyer li nexweşxaneyeke taybet rû daye û ji bo malbatê ketine nava tevgerê.
- 13:49
Armanca Amedsporê Super Lîg e
Rahênerê Amedsporê Sînan Kaloglû diyar kir ku hedefa wan ew e ku derkevin Super Lîgê û îşaret bi girîngiya piştgiriya alîgiran kir.
- 13:41
Qeyûm mifteyên malen şînê teslîm kir
Qeyûmê Şaredariya Akdenîzê, piştî bertekan malen şînê vekir. Rêveberiya qeyûm, mifteyên malen şînê da muxtarön taxan.
- 13:23
Li Îzmîrê keştiya penaberan noq bû
Li Foçayê bota penaberan noq bû. 3 kes jiyana xwe ji dest dan û xebatên lêgerînê yên ji bo 4 kesên windayî didomin.
- 13:13
Şengê Kahraman: Dem, dema xwedîderketina li Rêberê me ye
Şengê Kahraman, dayika Taylan Ozgur Kahraman ku di sala 1999'an de ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan xwe şewitand, got: "Dema wê ye ku em li dijî komployê li kêleka Rêberê xwe bisekinin."
- 12:23