HDP'ê ji bo penaberan ji meclisê xwest lêkolin bikin 2018-12-18 14:40:48   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Damiş Beştaş, diyar kir ku penaberên li Tirkiye ji mafê şert û mercên jiyanê herî kêm pir dûr in û xwest meclîs der barê şert û mercên wan ên jiyanê de lêkolîn bike.    Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş, bi minasebeta Roja Koçberên Cîhanê li meclîsê bal kişand ser rewşa penaberên li Tirkiye. Beştaş, bi armanca balê bikişîne ser rewşa şert û mercê jiyana penaberan xwest meclîs lekolîn bike û pirsgirêk û daxwazên wan tespît bike û li gorî vê yekê çareseriyê ava bikin. Beştaş anî ziman ku penaberên li Tirkiye ji mafê jiyanê gelek dûr in û di bin asta herî kêm de sûdê ji mafê jiyanê digirin. Beştaş, da zanîn ku penaberên koçî Tirkiye kirine di nava erdnîgarekê de hatine bisînorkirin û Tirkiye li dijî peymana Der barê Hiqûqê ya Tirkiye de tev digere. Beştaş, da zanîn ku her çend Tirkiye di 1967'an de protokal îmze kiribe jî li gorî pîvan û rêgezên protokolê gavan navêje û xwest Tirkiye li gorî vê protokolê tev bigere. Li gorî tafsiyeyên UNHCR’ê divê hikûmet mafê penaberan biparêze û statuyê bide wan.    LI TIRKIYE 3.9 MÎLYON PENABER HENE   Beştaş, da zanin ku li Tirkiye nêzî 3.6 milyon welatiyên ji Sûriye, 169 hezar Afgan, 143 hezar welatiyên Iraqî, 35 hezar welatiyên Îranî û 4 hezar û 800 Somalili û 10 hezar û 800 penaberên din jî ji welatên din in.  Beştaş, da zanîn ku penaber li dijî şert û mercên jiyana asayi dijîn û xwest wezaret pirsgirêka penaberan çareser bike. Beştaş, anî ziman ku di 7 salên dawî de 20 hezar jê zarok bi giştî welatî dane 55 hezar welatiyên Sûriyeyî û ev yek dûrî çareseriyê ye.