Şewata li Antakyayê didome 2025-07-01 11:13:47 HATAY - Şewata ku duh li Antakyayê derketibû hêj didome.  Li Taxa Karaalî ya navçeya Antakya ya Hatayê şewat bi daristanê ket. Şewata ku duh destpêkiri bû hêj didome. Şewat bi bandora bayê belavî taxên Oglakoren û Uçgedîkê jî bû, di domayiya şevê de midaxile lê hate kirin. Di danê sibê de helîkopteran midexileyê şewatê kirin û hêj midaxile berdewam e.    Sedemê şewata taxa Karaaliyê nehat zanîn, ji ber bandora bayê belav bû û ji bo tedbîrê 3 tax hatin valakirin.