Xwezaya Midyadê wêran dikin

  • rojane
  • 09:38 24 Kanûn 2017
  • |
img

MÊRDÎN – Li Midyadê çêkirina avahiya di navbera dêra Bethil û Mala Mêvanan ku 2’emîn qada SÎT’ê ye careke din dest pê kir. Serokê SUDEF’ê Evgil Turker bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku ev talankirin û wêrankirina xwezaya Midyadê ye.

 
Li taxa Akçakayayê ya navçeya Midyadê ya Mêrdînê çêkirina avahiya di navbera dêra Bethil û Mala Mêvanan ku bi salan e 2’emîn qada SÎT’ê ye careke din dest pê kir. Çêkirina avahiya ku li ser baxçeyekê bilin dibe û heya niha 2 qatê wê temam bûye beriya 3 mehan dest pê kir. Ji ber ku xwezaya dîrokî ya navçeyê xirab dike li ser nîqaş derketin û ji bo çêkirina avahiyê raweste hin kes û saziyan serî li qaymaqamtiyê dan. Li ser vê çêkirina sekinî û cihek biçûk a qata dawîn jî hat hilweşandin. 
 
 BERIYA HEFTEYEKÊ CAREKE DIN DEST PÊ KIR
 
 Çêkirina avahiyê ku demek kurt rawestiya ligel hemû îtirazan beriya hefteyekê careke din dest pê kir. Heya niha diwarên wê jî hatin çêkirin. Hat ragihandin ku destûra îmarê ji Lijneya Abîdeyan a Amedê hatiye girtin û ev cih jî pêşkêşî kesên nêzikê hikumetê disekinin hatiye kirin. 
 
‘TENE BI DESTÛR DIKARIN RESTORE BIKIN’
 
 Serokê Federasyona Komelayên Suryaniyan (SUDEF) Evgil Turker derbarê mijarê de axivî û bi bîr xist ku cihên dîrokê yên navçeyê hemû qadên SÎT’ê ne. Turker destnîşan kir ku nêzîkê 17 sal in ev qada SÎT’ê ye û kes nikare dest bide van deran. Turker wiha axivî: “Tenê li vir dikarin restorasyonê bikin. Ji bo vê jî destûr divê. Bi hêsanî jî destûr nayê dayîn.” Turker da zanîn ku bi çêkirina avahiyê bertek jî hatine nîşandan û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Turistan jî bertek nîşan da. Hin kesan dîlekça da. Lê belê beriya hefteyekê careke din çêkirin dest pê kir.”
 
‘QEYMAQAM JÎ PÊ ACIZ E’
 
Turker ê pirsa “Kê destûr da vê tiştê” kir wiha pê de çû: “Em bersiva vê pirsê nizanin. Ev komkujiyek li hember dîroka xwezaya navçeyê ye. Birêz qaymaqam Huseyîn Tekîn jî qasî min bihîst ji vê tiştê aciz e. Lê belê dikare rawestinê an na ez nizanim. Heke em navçeyê hez bikin divê em vê karê sosret rawestînin.”
 
MA / Gokhan Altay – Ozgur Paksoy
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'