Gelê Başûrê Kurdistanê li ser piyan e: Hikûmet îstifa bike

  • rojane
  • 16:33 18 Kanûn 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Başûrê Kurdistanê daket kolanan û dixwazin hikûmet îstifa bike. Hêzên PDK'ê jî guleyan li gel direşîn in.

 
Ji serê sibê de li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê gel daketin qadan û çalakî lidarxistin. Gel li Silêmanî, Helebçe, Seyîdsadiq, Ranya, Qeladiz, Sengeser, Derbendîxan, Kelar, Teqteq û Çemçemalê daketin qadan û ji ber ku xizmet nayê kirin, mûçe nayên dayîn û pirsgirêkên gendeliyê nayên çareserkirin daxwaza îstifayê li hikûmetê dikin.
 
HEWLÊR
 
Li navçeya Rewandizê yê Hewlêrê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) êrîşî gel kir. Hêzên asayîşê yên ser bi PDK'ê, bi quntaxê çekan êrîşî gel kirin. Ji ber êrîşa asayîşê gelek kes birîndar bûn, gelek kes jî hatin binçavkirin.
 
SILÊMANÎ
 
Gel, li bajarokê Pîremegrûn ê navçeya Dûkan a Silêmaniyê agir berda ofîsa PDK’ê. Gelê ku dixwaze hikumet îstifa bike, li gelek cihan bûn hedefa êrîşên hêzên asayîşê. Li Silêmaniyê jî, bi hezaran kes ji bo şermezarkirina pêkanînên hikûmetê daketin qadan, ji Serayê heta ber ofîsa PDK'ê ya li kolana Salimê meşiyan. Welatiyan dirûşmên "Êdî bese ji hikûmdariya 26 salan re" û "Bila hikûmet îstifa bike" berz kirin. 
 
Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê jî, gel berê xwe da avahiyên PDK’ê û dan ber keviran. Li ber avahiya qeymeqamtiya Seyîdsadiqê, piştî ku çalakgeran kevir avêtin, tevlîhevî derket û hin welatî birîndar bûn.
 
GERMIYAN
 
Li navçeya Kelarê ya Germiyanê jî bi pêşengtiya mamoste û karmendan li Parka Leyla Qasim çalakî hat lidarxistin. 
 
ÊRÎŞ DIKIN
 
Li herêman çalakî hê jî didomin û hêzên ewlekariyê êrîşî girseyê dike û guleyan li wan direşîne. Hat ragihandin ku ji ber ku Asayîşa PDK’ê êrîşî çalakvanan dike, hin hemwelatî birîndar bûne.
 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin