Malên Rus ên dîrokî tune dibin!

img

QERS - Malên Rus ên dîrokî yên Qersê, dibin gefa tunebûne dene. Saziyên dewletê gelek ji malan bikar tîne û malên hatin şewitadin jî li ser wan avahî tên çêkirin. 

Malên Rus ên dîrokî yên li navenda Qersê, niha dibin gefa tunebûnê dene. Tê zanîn ku malên dîrokî berî 130 salan hatine avakirin. Malên dîrokî yên bi kevirên reş û gewr hatîn çêkirin her roja derbas dibe kêm dibin û li ser wan apartman tên çêkirin.   
 
QADÊN DÎROK WÊRAN DIKIN 
 
Welatiyê binavê Îsmaîl Kaya ku demekê di înşaetan de dixebitî, diyar  kir ku qadên dîrokî tên rûxandin û li cihên wan agahiyên nû çêdikin. Kaya, anî ziman ku ev rewşa li Qersê tê jiyîn mîna “komkujiya dîrokê” nirxand û  wiha got: “Şaredarî çavê xwe ji vê re digire û rayedar jî dengê xwe dernaxin. Ji ber vê yekê mirov malên dîrokî xerab dikin û şûna wê avahiyan çêdikin. Rêxistinên civaka sivîl dijî vê yekê bertekên xwe nîşan nadin. Ev mijara rexne kirinê ye.”
 
MA / Mahmut Ruvanas