Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir: Parlamenter Tosun birîndar bû

  • rojane
  • 12:28 17 Nîsan 2019
  • |
img

AMED – Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir. Di mudaxeleyê de Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari birîndar bûn. Li gel ku Midurê Şaxa Ewlehiyê got “mudaxeleyê nekin” jî lê li ser fermana Midurê Şaxa TEM’ê mudaxeleyê dest pê kir. 

 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê xwest li Parka Koşuyolu ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ku şaredariya yên bi KHK’ê hatine îxrackirin betal kirin bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar bike. Polîsên ku ji serê sibehê ve derdora parkê dorpêç kiribûn, destûr nedan daxuyaniyê. Polîsan têketina welatiyan a parkê asteng kir. 
 
WALÎTIYÊ DAXUYANIYÊ QEDEXE KIR 
 
Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Musa Farisogullari, Remziye Tosun, Semra Guzel û Salîha Aydenîz, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gellek welatî çûn parke. Midurê polîsan got ji ber biryara qedexekirinê ya walîtiyê dê destûr nedin daxuyaniyê. Li ser vê yekê jî HDP’iyan xwest daxuyanî bidin. Di kêliya dê daxuyanî bihata dayîn de polîsan bi ava şid a ji TOMA tê reşandin mudaxeleyî girseyê kirin. 
 
MIDURÊN POLÎSAN LI HEV NEKIRIN 
 
Midurê Şaxa Ewlehiyê îkaz kir. Di vê kêliyê de Midurê Şaxa TEM’ê fermana mudaxeleyê da. Pişt re polîsan bi ava şîda a ji TOMA’yê mudaxeleyî girseyê kir. Tevî ku Midurê Şaxa Ewlehiyê anonsa “mudaxele neke” jî kir lê polîsan guh nedayê. 
 
PARLAMENTER TOSUN BIRÎNDAR BÛ 
 
Li ser fermana midurê TEM’ê polîsan bi ava şid koma wekîlên HDP’ê di nav de bûn kir hedef. Bi mudaxeleya ava şid re parlamenter Remziye Tosun bi awayek hişk ket erdê. Parlamenterên din û welatiyan dema mudaxeleyî rewşa Tosun kir jî TOMA mudaxeleya xwe deam kir. Di vê navberê de parlamenter Musa Farisogullari jî hat derbkirin û ji çavê xwe birîndar bû. Wexta ku wekîl û welatî li benda ambulansê bûn di vê kêliyê de jî polîsan bi copan êrîş bir ser wan. Ambulans hat û xebatkarên tenduristiyê mudaxeleyî Tosun kirin û ew rakirin nexweşxaneyê. 
 
Dema ekîbên tenduristiyê Tosun radikirin ambulansê polîsan dîsa bi ava şid mudaxeleyî girseyê kir. Tosun bi ambulansê rakirin nexweşxaneyek taybet û hildan bin tedawiyê. Hat zanîn ku rewşa Tosun baş e. Farisogullari jî li heman nexweşxaneyê derman kirin. 
 
WELATÎ DEST BI MEŞÊ KIRIN 
 
Li ser mudaxeleya polîsan girse derket rê û bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” dest bi meşê kirin. Di kêliya meşê de polîsan rojnamegeran asteng kirin û nîqaş di navbera polîs û rojnamegeran de derket. Li ser bertek nîşandana rojnamegeran nîqaş bi dawî bû. 
 
Polîsan li cihê mudaxeleyê kesek binçav kirin û ew derb kirin. 
 
Piştî mudaxeleya polîsan girse belav bû.