Di yekemîn civîna meclîsa Tûşba de bertek li dijî Akman ê AKP’î hebû’

  • rojane
  • 13:50 16 Nîsan 2019
  • |
img

WAN - Piştî mezbata Hevşaredarên HDP’ê Yilmaz Berkîn û Ayşe Mînaz bi hinceta KHK’î ne dan namzetê AKP’ê Salîh Akman, yekemîn civîna meclîsa Tûşba hat lidarxistin. Hevşaredar Ayşe Mînaz di civînê de li nava çavên Akman ê AKP’î mêze kir û got: “Dema tu mamosteyê min bû, ji bo ku em pênûs û jêbirên hevalên xwe nedizin te me hişyar dikirin. Lê vaye tu bi xwe bûyî dizek mezin haya te jê nîne.” 

Hevşaredarên partiya Demokratîkk a Gelan (HDP) Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî ji sedî 52 dengan Şaredariya navçeya Tûşba ya Wanê qezenc kirin, lê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta Berkî yê HDP’î bi KHK’ê ji kar hatiye avêtin mezbata wî da Salih Akman ê AKP’î. Îro yekemîn civîna meclîsa Şaredariya Tûşba hat lidarxistin û di civînê de rageşî derket.  Ayşe Mînaz a HDP’î ya ji bo hevşaredariyê hat hilbijartin û YSK’ê dest danî ser mezbata wê û endamên meclîsê yên HDP’î beşdarî civînê bûn. Civîn li salona meclîsê ya şaredariyê hat lidarxistin.”
 
'YÊ KU MEZBATEYA MIN XESP KIR MAMOSTEYÊ MINE’
 
Piştî endamên meclîsa şaredariyê li cihên xwe rûniştin, Akman ê AKP’î ket hûndirê salonê û xwest merheba bide HDP’iyan, lê HDP’iyan destên xwe dirêjê Akman nekirin. Akman ê heya demê şaşwaz bû, dûre derbasî cihê xwe bû. Li ser vê yekê endamên meclîsê yên HDP’î berî derbasî rojevên civînê bibin, Hevşaredar Ayşa Mînaz ji bo daxuyaniyekê bide mikrofon xwest. Akman ê AKP’î destûr neda. Lê Mînaz rabû ser xwe û ji Akman ê mamosteyê wê yê dibistina seretayî bû re got, “Em we nas nakin. Her çiqasî hûn nehatibin hilbijartin û hûn tayînê vê derê hatibin kirin jî, di encamê de hûn mamosteyê min bûn. Ez naxwazim li hemberî we bê rêziyê bikim, lê divê ku li hemberî vê pêkanînê jî hin tiştan bêjim.” 
 
'GELO EV HIQÛQE YAN JÎ XESPTIYTE?
 
Hevşaredar Mînaz, hemû endamên meclîsa şaredariyê yên hatin hilbijartin silav kirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ger AKP’ê rêz ji bo vîna di 31’ê Adarê de ji sindoqan derket bidaya, îro hûnê ne li ser vî meqamî bûna. Ji bo vê şaredariyê ez û Yilmaz Berkî hatin hilbijartin. Em îro bi xespek mezin re rû bi rû ne. Hikûmeta AKP’ê hemû derfetên dewletê ji bo xwe bi kar anîn. Lê me hewl da em bi hêzan gel bên hilbijartin. Gelo ji bo we hiqûq, edalet û demokrasî eve? Tişta ku hûn jê re dibêjin hiqûq xespe?”
 
LI NAVA ÇAVÊN MAMOSTEYÊ XWE MÊZE Û…
 
Mînaz, di hûndirê çavên Akman ê AKP’î mêze kir û wiha got: “Mamoste Salih hûn mamosteyê min bûn. Ji bo ku em pênûs û jêbirên hevalên xwe nedizin we tim em hişyar dikirin. Lê tişta xuya dike ku hûn dinava pergalê de bûne dizek mezin, lê agahiya we ji we tuneye. Di rastiyê de dizitiya herî mezin hûn dikin. Dibe ku we vîna vî gelî xesp kiri be û li ser wî qoltixê rûniştibin. Heta hûn qurbanan jê dikin û wisan tên şaredariyê. Gelo hûn endamê kîjan olîne? Hûn ne serokê şaredariya vî geline. Hûn berhemê xespê ne. Ezê heya dawiyê rêzê bidim vê meclîsê, lê tu carî ezê rêzê nedim we. Emê tu carî ji were nebêjin serok û emê we nas nekin.  Hûn kesekê ku ji aliyê YSK’ê ve hatine tayînkirin. Hûn ne hilbijêrê vê derê ne.” 
 
Akman ê AKP’ê li hemberî axatinên Mînaz aciz bû û wiha got: “Ligel min heq, hiqûq û edalet heye.  Tu xwendekara minî. Evqas bêrêzî neke. Çi dibe bila bibe em zarokên vê herêmêne.”
 
Mînaz li ser vê yekê ev bersiva da Akman, “Îro  li hemberî te xwendekara te ya dibistana seretayî nîne. Hevşaredarekê ku bi dengê gel hatiye hilbijartin heye.” 
 
Endamên HDP’ê yên meclîsa Şaredariyê li ser nîqaş derket, xwestin ji salonê derkevin. Akman ê AKP’ê dema HDP’î ji salonê derdikevin got “Ezê we bişînim gel hilbijêran.’ Mînaz jî, bersiva “Gelo ew rûyê we heye ku hûn dinava hilbijêrên min de bigerin? Ka hûn herin emê wê demê bibînin” da Akman.
 
MA / Adnan Bîlen