Polîs: 'Recep, bi şaşîtî hatiye kuştin'
Birayê Hantaş: Gef li Recep xwaribûn

  • rojane
  • 16:33 14 Nîsan 2019
  • |
img
AMED – Li Amedê polîsan, Recep Hantaşê li Sumerparkê rûniştibû kuşt. Birayê wî Efe Hantaş got polîsan ji wan re gotiye "Me bi şaşî Recep kuştiye." 
 
Polisan bi şev saet li texma 4'an de  li Sumerpark a Yenîşehîra Amedê Recep Hantaş (20) ê li parkê rûniştibû kuşt. Şahidên bûyerê  gotin, wexta Recep Hantaş û hevalekî wî yê navî wî nehat hînbûn li parkê rûniştîbûn polîsan gule berda  Hantaş. Gule li ser u nava Hantaş ket u jiyana xwe jie dest da.  Hantaş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. 
 
Polîs, danê sibehê li malbata Hantaş geriyan û ji malbataê re gotin biçin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Wexta malbat çû nexweşxaneyê bijîşkan ji malbatê re got, Hantaş jiyana xwe ji dest daye. Birayê wî Efe Hantal ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa bûyerê kir. Hantaş, bilêv kir ku birayê wî li Semta Yenîşehîrê bi xurdevaniyê debara xwe dikir. 
 
Bira Hantaş, diyar kir ku piştî polîs li wan geriyane ew çûne nexweşxaneyê, lê li nexweşxaneyê ewilî kesî tiştek ji wan re negotiye. Hantaş, anî ziman ku piştî wan israr kiriye bijîşkek hatiye cemw an û gotiye: "Serê we sax be Recep jiyana xwe ji dest daye." Hantaş, bilêv kir ku piştî vê ew çûne cem polîsekî lê belê polîs demeke dirêj tiştek ji wan re negotiye, lê piştî wan pir israr kiriye polîs gotiye: "Birayê te li cem kesekî ku navê wî di lîsteya lêgerînê de bû. Me jî operasyonek kir. Recep, bi şaşî hatiye kuştin." Hantaş, got: "Lê belê me pir bawer nekir." 
 
‘POLÎS DIQILQILÎN' 
 
Bira Hantaş, diyar kir ku li nexweşxaneyê polîsan xwestiye demildest cenaze bê veşartin û got: "Hîn em baş nehatibûn ser hişê xwe, polîs hatin cem me û xwestin em cenaze bibin goristanê. Polîs pir diqilqilîn. Wexta me cenaze girt û em çûn Goristana Yenîkoyê, polîsan goristan dorpêç kiribû. Wexta wecîbeyên olî pêk dihatin polîsan digot 'ecele bikin, berî qelebalixî çêbibe veşêrin.' Me di di bin dorpêça polîsan de bi lez û bez cenaze veşart." 
 
‘BERÊ JÎ GEF LÊ XWARIBÛN' 
 
Hantaş, destnîşan kir ku berê jî polîsan gef li birayê wî xwaribû û got: "Recep, ji min re gotibû wexta polîs li GBT'a wî nerîne, jê re gotine 'terorîst' û wexta ew li ber wan derketiye gef lê wxarine. Loma ez bawer nakim pevçûnek çêbûbe û bi 'şaşî hatibe' kuştin." 
 
Hantaş, destnîşan kir ku tenê şahideke bûyerê heye û ew jî di binçavan de ye. Hantaş, anî ziman ku ew li benda rapora otosiyê ne û wexta ew raporê bigirin ew ê biçin Serdozgeriya Komarê giliyê polîsan bikin. 
 

Sernavên din

11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne