ŞIRNEX - Li gundê Kolya û 3 mezrikên wê, ji ber ceryana bîrên avê hatiye birîn, 4 roj in av tune ye. Welatiyên ava depoyên wan jî qediya got: "Ger wê li me nenêrin, nexwe bila qeyda li welatekî din çêbinin."
Li gundê Kolya yê Silopiyaya Şirnexê û 3 mezrikên wê Xirbok, Sîslî û Çîçekliyê, ji ber DEDAŞ'ê ceryana bîrên avê birî, welatî bê av man. Hat diyarkirin ku ji ber deynê ceryanê nehatiye dayîn hatiye birîn. Zêdetirî 2 hezar mirov li gund û mezrikên wê dijîn. Welatiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkê ketin nav hewldanan, lê belê hîna jî pirsgirêk nehatiye çareserkirin.
AVA DEPOYAN QEDIYA
Welatî 4 rojan ava depoyan bi kar anî, lê belê ava depoyan jî qediya. Welatiyên nikarin pêdiviya xwe ya ji bo avê bi cih bînin, ji mecbûrî ji deverên dûr bi keran û metereyan avê dikişînin.
'BILA QEYDA ME JÊ BIBIN'
Şêniyê gund Mûsa Kert bertek nîşanî vê yekê da û pirsî: "Çima wisa dikin?" Kert, bilêv kir ku bi zor û heft bela ew her meh heqê ceryana xwe didin û got: "Ger wê li me nenêrin, nexwe bila qeyda li welatekî din çêbinin." Kert, destnîşan kir ku ava di depoyên wan de hindik maye biqede û wexta ceryana bîran hatiye birîn ji gundiyan re nehatiye gotin."