Girtiya hat sewqkirin: Di rê de em hatin derbkirin

  • rojane
  • 09:18 20 Cotmeh 2018
  • |
img

ÊLIH – Berîvan Bîtmen ku ji Mêrsînê sewqî Tarsûsê û ji Tarsûsê jî sewqî Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê hat kirin, ji malbata xwe re got di rê de hatiye derbkirin. Her wiha Bîtmen, got li hewadariyê girtiyên DAIŞ û FETO'yê gefan li wan dixwin. 

Berivan Bitmen (26) ku 3 sal berê li Mêrdînê hat girtin û ji wir sewqî Girtîgeha Tarsûsê hat kirin û di Tebaxê de jî sewqî Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê hat kirin, bi rêya telefonê li xwişka xwe Sumeyye Erol geriya û pêkanînên ku bi wan re rûberû dimînin vegot. 
 
'DI RÊ DE EM HATIN DERBKIRIN' 
 
Erol, anî ziman ku dema xwişka wê sewqî Girtîgeha Bunyanê hatiye kirin di rê de hatiye derbkirin û got: "Piştî xwişka min ji Tarsûsê hat sirgûnkirin, pêşî me nizanibû ka li kîjan girtîgehê ye. Me serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û em hîn bûn ku li Girtîgeha Bunyanê ye. Piştî cezayên dîsîplînê me pê re hevdîtin çêkirin û em hîn bûn ku Berîvan hatiye derbkirin." 
 
‘BI ZANEBÛNÎ CEZA LI WAN TÊN BIRÎN' 
 
Erol, bilêv kir ku ji roja xwişka wê hatiye girtin heta niha 2 caran cezayê dîsplînê lê hatye birîn û got: "Bi zanebûnî cezayê dîsîplînê li xwişka min dibirin. 3 sal in xwişka min girtiye. Piştî ceza lê hat birîn, eger careke din cezayê dîsîplînê lê bê birîn dê înfaza wê bişewite." 
 
Erol, diyar kir ku piştî sewkirinê hin kesên ku ew wan nas nakin nameyên nîjadperest ji xwişka wê re dişînin û got: "Di nameyan de sixêf û gefxwarin hene. EM nizanin der barê van nameyan de tiştek hatiye kirin an na." 
 
'LI HEWADARIYÊ GEFAN LI WAN DIXWIN' 
 
Erol, diyar kir ku xwişka wê gotiye li girtîgehê tim gef li wan tên xwarin û heqaret li wan tê kirin û got: "Li girtîgeha ku niha xwişka min lê ye, li qawîşa kêleka wan girtiyên DAIŞ û FETO'yê hene. Wexta diçin hewadariyê gefan li girtiyên siyasî dixwin û sixêfan dibêjin û şidetê li wan dikin. Lê îdareya girtîgehê mudaxileyî vê yekê nake. Ji ber van gefan girtî dixwazin li cem hevdu bimînin, lê belê daxwaza wan nayê qebûlkirin." 
 
Erol, ji bo van pêkanînan serî li ÎHD'ê da û got, ew ê giliyê van kesan bikin.