Êdî kes nikare di dawetan de jî xwarinê bide

img

COLEMÊRG - Li Colemêrgê, Lokman Aydogan ku ji bo dawet û organîzasyonan xwarinê çêdike, anî ziman ku ji ber zemên tên kirin êdî kes wek berê di dawetan de xwarinê nade. Akdogan, diyar kir ku kîsê birincê ji 55-60 lîreyî bû 105 lîre û kîloya goş ji 20-25 lîreyan bû 45-50 lîre. 

Ji ber zemên tên kirin êdî fîrmayên organîzasyonê yên ji bo dawetan xwarinê çêdikin nikarin kar bikin. Li Colemêrgê Lokman Akdogan ku xwarinê ji bo dawet û organîzasyonan çêdike, bilêv kir ku ji ber zemên tên kirin êdî ne ew qezenc dikin ne jî kes wekî berê di dawetan de xwarinê çêdike. 
 
‘KARA ME KÊM BÛ' 
 
Akdogan, destnîşan kir ku bi salan gelê Colemêrgê li herêmê birinc diçand û got: "Ji ber dewlet gund û mêrgan qedexe dike, êdî kes hew birincê jî datîne. Her wiha ji ber vê li herêmê sewalkarî jî qediya. Loma du xwarinên sereke yên dawetan pir bihabûn. Krîza aborî tesîrê li me jî dike. Krîz herî zêde tesîr li mitbaxê kir. Em ji bo dawet û organîzasyonan xwarnê çêdikin. Beriya krîzê marja kara me diyar bû. Lê piştî zemên tên kirin hema bêje kara me êdî tune ye. Çimkî em nikarin hemû zeman li her tiştî zêde bikin. Eger em zêde bikin em ê betal bimînin. Berê jî li Colemêrgê tişt biha bûn, lê piştî van zeman êdî mirov nikare debara xwe bike. Li bajêr ji 10 kesan 7 jê betal in. Derameta vir girêdayî karmenda ye. Dema meaşê karmendan biqede, derameta hemû geld iqede. Ger karmend bi dest nexe, ma ê ji bo xerckirinê pere ji kuderê bîne." 
 
'FIYET HER ROJ BIHA DIBIN' 
 
Akdogan, destnîşan kir ku sedemeke bihabûnê jî qedexe ye û got: "Berê li herêmê birin, genim û gelek tiştên din şîn dihatin. Her wiha li gel vê gel debara xwe bi sewalvaniyê jî dike. Lê piştî zozan û mêrg hatin qedexekirin, hejmara heywanan jî pir kêm bû. Loma fiyetê goşt pir biha bû. Birin û zexîreyê ji derve tê jî pir biha ne. Par kîsê birincê bi 55-60 lîreyî bû, niha bûye 105 lîre. Kîloya goşt bi 20-25 lîreyan bû, niha bûye 45-50 lîre. Ez her hefte 300-500 kîlo goşt çêdikim. Ev bihabûn zêde tesîrê li me dike. Par maliyeta têfikek xwarin bi 6 lîreyan bû, niha 17 lîre ye. Mişteriyê me ji bo hezar kesî sîparîşê dide. Ji bo vê 20 hezar lîre dide." 
 
MA / Hamza Gunduz

Sernavên din

21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê