Destana bi dehan sal berê, bi dengê wî dîsa zindî dibe

  • rojane
  • 09:09 16 Cotmeh 2018
  • |
img

ÊLIH - Di dema Serîhildana Şêx Seîd de wexta leşker êrîşî gundan dikin, Xelîlê Misto yê ji Eşîra Bekiran li hemberî leşkeran şer dike û wan têk dibe. Paşê Misto û 17 hevalên xwe tên daliqandin. Ev destana ku nêzî sed sal in tê gotin niha bi dengê Dengbêj Faîqê Kififî careke din li ber çavan candar dibe. 

Piştî Serhildana Şêx Sedî, leşker êrîşî eşîret û gundiyên li herêmê dikin. Lê belê li navçeya Qubînê ya Êlihê dema leşker dest davêjin ser malên gundiyan û her derî talan dikin, berê xwe didin Eşîreta Bekiran. Lê belê ferdên Eşîreta Bekiran li hemberî leşkeran şer dikin. Di vî şerî de bi pêşengiya Xelîlê Misto li herêma gundê Zîlanê yê navçeya Hezoyê leşker têk diçin. 
 
Tê gotin di vî şerî de nêzî 200 sivîl û 500 leşker dimirin. Piştî vî şerî ferman tê derxistin û bi vê fermanê Xelîlê Misto û 17 hevalên xwe tên girtin. Misto di dadgehê de dibêje: "Me li hemberî dewleta ku êrîşî me kir xwe û gundiyên xwe parast. Eger leşkerên dewletêg undê me dagir bikin es ê dîsa li hemberî wan şer bikim." 
 
Piştî darvekirina Xelîlê Misto û 17 hevalên wî, gelên herêmê vê destanê ji zarokên xwe re dibên heta roja îro. Lê belê niha ev destan bi dengê Dengbêj Faîqê Kififî careke din candar dibe. 
 
'NAXWAZIM BÊ JIBÎRKIRIN' 
 
Dengbêj Mihemedê Xato ku ji heman eşîrê ye pêşî vê bûyerê dike kilam û paşê Dengbêj Faîqê Kififî jî hin tiştên din li vê kilamê zêde dike. Em li cihê wê çaxê bûyer lê qewimî, li nêzî Pira Malabadê bi Dengbêj Faîqê Kififî re axivîn. 
 
Kififî, diyar kir ku ew dixwaze ev kilam ji aliyê dengbêjên piştî wî jî bê gotin û got: "Dema di dergûşê de bûm diya min ev çîrok ji min re digot. Lê dema mezin bûm min bêtir fêm kir. Ev destan ji zarokên di dergûşan de dihat gotin ta roja îro hat. Naxwazim ev çîrok bê jibîrkirin." 
 
Kifîfî behsa navên di kilamê de derbas dibin kir û got: "Navê diya serekê Eşîreta Bekiran Xelîlê Misto, Zimro ye. Faîqê d kilamê de navê wîd erbas dibe neviyê Silo ye. Ahmed jî kurê Silo ye. Ez jî kurê Ahmed im. Silo û Xelîlê Misto pismamê hev in. Ev kilam a malbata me ye. Ev kilam bia wayekî çîrokî jî tê gotin. Dayikên me wisa ji me re gotin. Hem dergûş dihejandin hem jî vê çîrokê ji me re digotin. Ê ku pêşî ev kilam gotiye Dengbêj Mihemedê Xato ye. Min jî hin tişt li vê kilamê zêde kirin." 
 
'ME GUNDÊN XWE PARASTIN' 
 
Kififî ji bo bûyerê got: "Eşîreta Bekiran bi pêşengiya Xelîlê Misto, li herêma gundê Zîlanê yê Hezoyê bi leşkeran re şer kir û leşker têk birin. Leşkeran li hêla Pira Malabadê asê kirin. Jixwe wê çaxê piraniya leşkeran miribûn, ên mayî jî di çem de xeniqîn. Lê li gorî tê gotin 15 leşker jî xwe li avê dixin û difilitin û berê xwe didin gundê Şabê yê Hezoyê. Alîkariyê ji cotkarên li wir dixwazin. Lê ev cotkar leşkeran tînin gundê Qeynterê yê Hezoyê û teslîmî Şêx Xalid dikin. Şêx Xalid leşkeran dide Farqînê û radestî alayê dike. Paşê fermanê didin. Misto û 17 hevalên wî tên girtin û paşê tên darvekirin." 
 
NAVÊ KESÊN HATIN DARVEKIRIN 
 
Kesên hatin girtin bi qasî du mehan li Amedê tên girtin û paşê wan dibin Xarpêtê. Navê van kesan di girtekên dadgehê yên 1926'an de wiha hatiye nivîsandin: Ji reîsê eşîretê Kurê Misto Xelîl, Ahmet Kurê Siloyê Gozeklî, Ahmet Kurê Eyyûp, Silêmanê Kifîfî, bi navê xwe yê dîtir Yaşr Kurê Silo, Omer Kurê Biroyê Zeyneklî, Davût Kurê Silêmanê Daleklî, Resûl Kurê Cevat, Eyyûp Kurê Hecî şero, Abdullah Kurê Tîmûrê Batinlî, Halîl Kurê Hasan ê Sepînlî, Reîsê Keleha Yerdekliyê Hecî, Mele MIstefa Kurê Omer, Yakûp Kurê Îbrahîmê Selbanlî, Alî Kurê Huseyîn, Reîsê Eşîreta Bekran Huseyîn, Halîl Kurê Alî yê Berîklî, Silêman Kurê Osman. 
 
MA / Metin Yoksu

Sernavên din

18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'