Ji bo îstasyonên bazê bên rakirin kampanya dan destpêkirin

img

MANÎSA – Şêniyên Taxa Derbentê diyar kirin ku piştî li taxa wan stasyonên bazê hatine çêkirin, nexweşîna pençeşêrê li wan peyda bûye û ji bo rakirina stasyonên bazê kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin. Mehteber Demîr ku pençeşêr lê peyda bûye got: "Ji bo bêrîka hin kesan tije bibe, em naxwzin bimirin." 

Li Taxa Derbent a navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê, 12 sal berê şaredariyê û Avea û Turkcellê li hev kir û li taxê stasyonên bazê hatin çêkirin. Lê belê ji ber ev stasyon dibin sedema pençeşêrê, şêniyên taxê xwestin bên rakirin. Li gorî îdiayên şêniyên taxê, piştî stasyonên bazê hatin çêkirin 10 kes ji ber nexweşîna pençeşêrê mirin û 15 kes jî tên tedawîkirin. Ji bo stasyonên bazê bên rakirin şêniyên taxê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. 
 
‘EW PEREYAN DISTÎNIN TESÎRÊ LI ME DIKE' 
 
Mûhîttîn Emîr, anî ziman ku 12 sal berê şaredarî û Avea û Turkcellê li hev kirin û 2 stasyonên bazê hatin çêkirin û got: "Piştî Manîsa mezin bû, şaredarî anîn Tûrgûtlûyê. Piştî ev der bû tax stasyonên bazê pereyekî pir da şaredariya mezin. Şaredariya mezin pereyekî pir distîne, lê ê zirar li wan dibe em in. Ev stasyonên bazê li Tûrgûtlûyê yên herî mezin in. Berî stasyonên bazê bên çêkirin lîmon, hirmî û zebze hebûn. Niha darê zeytûnan hene, lê zeytûnan nagirin. Hişk bûn. Me li vê qada qeraçî tim zebze, fêkî û zeytûn didan hev. Piştî wextekê hêdî hêdî nexweşîn çêbûn. Zirarê dide hemû taxê." 
 
‘JI BER PENÇEŞÊRÊ MIROV DIMIRIN' 
 
Emîr, parast ku ji roja ku stasyonên bazê hatine çêkirin nexweşîna pençeşêrê zêde bûye û li Taxa wan 15 kes ji ber pençeşêrê mirine. Emîr, diyar kir ku wexta li taxa wan stasyonên bazê tune bûn, li taxa wan nexweşîn tune bû û li gorî lêkolînên wan kirine dema mirov bi qasî 10 metreyan nêzî stasyonên bazê bibe, tesîrê li mirov dike. Emîr, destnîşan kir ku stasyonên bazê zirarê didin xwezayê jî û ji ber mekanîzmaya parastinê ya bedenê lawaz dike, ibe sedema pençeşêrê, Alzheîmer û parkînsonê. 
 
‘KES STASYONÊN BAZÊ NAXWAZE' 
 
Emîr, bilêv kir ku ji bo rakirina stasyonên bazê wan kampanyaya îmzeyan daye destpêkirin û got: "Beriya pêvajoya hiqûqî dê stasyonên bazê bên pîvandin. Di vî warî de em şêniyên taxê serwext dikin û behsa talûkeyên stasyonan dikin. Heta niha me 60 îmze berhev kirine. Hedefa me 300 îmze ne. Çimkî kes stasyonên bazê naxwaze. Ji bo vê yekê keyayê taxê jî tev digere. Em ê tevî şêniyên taxê bitêkoşin." 
 
Muteber Demîr a 66 salî jî, diyar kir ku di 2013'an de pençeşêra pêsîran lê peyda bûye. Demîr, bilêv kir ku ev yek ji ber stasyonên bazê çêbûye û got: "Ev der qadeke pir xwezayî ye. Her der şênayî ye. Kes zû bi zû nexweş nediket. Lê ji roja ku stasyon hatine çêkirin nexweşîn zêde bûn. Li hin kesan nexweşînên cuda cuda peyda bûn li hinan jî pençeşêr. Li zarokên biçûk romatîzma peyda bû. Paşê em hîn bûn ev stasyon pir zirarê didin derdorê. Ji bo bêrîka hin kesan tije bibe, em naxwzin bimirin." 
 
Şêniyê taxê Halîl Çelîk (63) jî, diyar kir ku 10 sal in nexweşîna pençeşêrê şê peyda bûye û got: "Bi zorê diaxivim. Lê ji bo ev stasyon zirarê nedin civakê divê demildest bên rakirin." 
 
MA / Ayşe Surme

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin