Rojê 6 saetan ceryana wan tê qutkirin, ceryana wan ji sedî sed hat zemkirin

  • rojane
  • 09:22 28 Îlon 2018
  • |
img

RIHA - Li navçeya Wêranşarê DEDAŞ zêdeyî salekê ye xetên ceryanê nexistine bin erdê û ji ber vê rojê 6 saetan ceryana navçeyê tê qutkirin. Şêniyên navçeyê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin, 4 meh e fatûreyên wan ên ceryanê ji sedî sed hatine zemkirin. 

Li mavçeya Wêranşar a Rihayê, Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê a Dîcleyê (DEDAŞ), salek e xetên ceryanê nexistiye bin erdê. Ji ber vê her roj bi saetan ceryana şêniyên navçeyê tê qutkirin. Şêniyên navçeyê bertek nîşanî vê yekê dan û destnîşan kirin ku 4 meh e fatûreyên wan ên ceryanê ji sedî sed hatine zemkirin. 
 
Esnaf Bekîr Soydemîr, diyar kir ku xebatên ji bo vê yekê salake didomin û li gelek taxan jî xebat nîvco tên hiştin û li taxeke din dest bi xebata tê kirin. Soydemîr, anî ziman ku salek e her roj rojê 6 saetan ceryana wan tê qutkirin û got: "Ji ber vê yekê gelek esnaf zirarê dikin. Em diçin gelek deveran lê muxatab tune ye. Em li midûriyeta bajêr a DEDAŞ'ê geriyan, lê bersiva telefonê me nade. Ji ber ku qeyûm hatiye tayînkirin, em wek muxatab nabînin. Em nizanin em ê derdê xwe ji kê re bêjin." 
 
‘JI SEDÎ SED HAT ZEMKIRIN' 
 
Soydemîr, bilêv kir ku ji ber xebatên netemamkirî û tax û kolan veguherîne kunên xiltan û got: "Bi ser de jî heqê ceryanê zem kirine. 4 meh e fatûreyên me ji sedî sed hatine zemkirin. 4 meh berê fatûreyên me yên ceryanê 100-120 lîre bûn, lê 4 meh e fatûre 400-500 lîre tên. Ji bo çi em heqê van fatûreyan didin? Ma xizmetê dikin? Saleke xweşikî tu xizmet nehatiye kirin." 
 
‘KEDA MIN A 35 SALAN DI ROJEKÊ DE BERBA BÛ' 
 
Esnaf Kûdret AYdin jî, xwest divê rojekê berî rojekê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Aydinê 35 sal in esnaftiyê dike, diyar kir ku keda wî ya 35 salan di salekê de berba bûye. Aydin got: "Dikana min a besteniyê ye. Karê min karekî hijyenîk e. Ji ber xebatên înşeatê rojê belkî 50 carî dikanê paqij dikim. Bi ser de jî ceryan tune. Rojê 6 saetan ceryan tê qutkirin. Ev yek tesîreke neyînî li karê min dike. Ceryan nîv saetê jî bê qutkirin, bestenî hemû dihelin. Ji ber vê dixisirim. Ev pirsgirêk ne yek e, ne dudo ye. Her roj heye." 
 
Aydin, diyar kir ku xizmeteke baş tune ye û got: "Berê min her meh 400-500 lîre heqê ceryanê dida. Lê 4 meh e hezar û 500 lîreyî didim. Ev yek jî barê me girantir dike." Aydin xwest rojek berî rojekê ev pirsgirêk bê çareserkirin.