Ev jî halê din ê Cizîrê ye!

  • rojane
  • 09:12 26 Îlon 2018
  • |
img

ŞIRNEX – Qeyûm wêneyên kuçeyên Cizîrê bi şev dikişîne û çapemeniya berbelav jî wan diweşîne û dibêje "Cizîr guheriye". Lê belê wêneyên biroj hatin kişandin wêneyên qeyûm ên êvarî kişandine diderewîne. Saleke her derê kuçeyan înşeat e û ji ber toz û çopê kes nikare tev bigere. 

Wezareta Karên Navxweyî di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir. Her ku hilbijartina herêmî nêz dibe, ji hêla qeyûm ve êvarî tim wêneyên Cizîrê bi droneyan tên kişandin û çapemeniya berbelav jî wan wêneyan parve dike ûd ibêje "Cizîr guheriye", "Cizirî bi halê xwe yê nû balê dikişîne." 
 
HER DER TOZ Û ÇOP IN 
 
Qeyûm Faîk Arican, ji bo projeya xwe bi sedan dar jê kirin û li şûna wan li qeraxa Çemê Dîcleyê kamerayên ewlehiyê bi cih kirin. Lê belê qeyûm Arican îdia kir û got: "Me li her du aliyên Çemê Dîcleyê ronahî bi cih kirin û me rengeke cuda li bajêr zêde kir." Lê belê dîmenên ku biroj hatin kişandin, tam tersê dîmenên ronahiyan ên êvarî hatine kişandin. Piştî qedexeya derketina derve li her deverên bajêr noqteyên venêrînê û qereqol hatin çêkirin. Piraniya kuçeyên navçeyê înşeat e û ji toz û çopan mirov nikarin tev bigere. 
 
Piştî qeyûm hat tayînkirin, li şûna kevirên parkeyî yên li kuçeyan asfalt hat rijandin, lê belê piraniya vê asfaltê rûxiyaye û her der bûye koncal. Nemaze jî li taxa Cûdî, Nûr û Yaafesê ji ber vê rewşê welatî xweşikî nikarin derî û paceyên xwe vekin. Her wiha li gelek deveran jî çop nayê komkirin û ji ber vê bêhneke genî ji van deran tê. 
 
 

Sernavên din

10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'