Li gundê ku kirin tax: Ne şebekeya ava vexwarin û ne jî kanalizasyon çêkirin

  • rojane
  • 12:23 17 Îlon 2018
  • |
img
ELÎH - Welatiyên taxa Cumhuriyetê ya kîlometreyek dûrî navçeya Qûbînê ya Êlihê ye, ji ber nebûna pergala binesaziyê, pêdiviyên xwe bi du xortoman bi cih tînin. Li ber deriyê her malekê du xortom hane û ji wan her du xortoman, pêdiviyên xwe yên ava vexwarinê û avadaniya baxçeyên xwe pêk tînin.. 
 
Taxa Cumhuriyetê ya nifûsa wê 600 kese berî bibe tax gundekê navçeya Qûbîna Êlihê bû. Welatiyên taxê ji ber, nebûna  pergala binesaziyê ya ava vexwarinê û kanalîzasyonê, mexdûrin.  Welatiyên taxê, pêdiviyên xwe yên ava vexwarinê, bi salane ji bîrên bi derfetên xwe kolandine pêşwazî dikin û li taxê pergala kanalîzasyonê jî tuneye. 
 
Ji ber vê yekê li ber her malekê du xortom hene. Ava vexwarinê di xortomekê re tê û ava robar a ji bermahiyên taxê kom dibe jî di xortoma duyemîn re tê û welatiyên taxê bi vê avê jî zeviyên xwe av didin. Bi taybetî di germa havînê de, ji ber bêhna qirêj a heyî mirov nikare derve de raweste. Welatiyên taxê yên ji xizmeta pergala binesaziyê bêpar hatine hiştin, ligel hemû serlêdanên kirin jî, tu bersiv ji bo wan nehat dayîn. 
 
MÛXTAR: ÇAWAN KU QEYÛM HAT TAYÎNKIRIN PROJE RAWESTAND 
 
Mûxtarê Taxê Alî Riza Balci, diyar kir ku  piştî di hilbijartina herî dawî ya şaredariyê de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) qezenc kir ev proje amade kir û ji sedî 50’î hat qebûlkirin. Balci, anî ziman ku lê dema dest bi projeyê hat kirin de qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin û ji ber vê yekê proje di nîvekê de ma. 
 
Balci, da zanîn ku ji bo destpêkirina projeyê wan serlêdan kir û wiha axivî: “Lê bi tu awayî bersiv nedan me. Berî her tiştî divê em ji derdî xelas bibin. Em bacayên xwe didin, lê tu xizmetê nabînin. Di her malekê de depoyekê avê heye.  Her malbatek nêzî 7 û 10 hezar TL didin ji bo bîrekê avê ya 100-150 metrî bikolin. Li her malê bi metreyan xortom hene. Di sedsla 21’emîn de taxeke qerase van pirsgirêkan dijî. 
‘JI BER NEXWEŞÎ Û MÊŞAN EM BÊZAR BÛNE’
 
Ji welatiyên taxê Faîk Ayhan jî, diyar kir ku ew ji neçarî bi ava malê ya qirêj bexçeyên xwe ava didin û wiha bilêv kir: “Hemû malbatên taxê bi heman pergalî pêdiviyên xwe derbas dikin. Di serdemek wiha de me bi xwe ava xwe temîn dikin. Kanalîzasyon tuneye. Ji ber nexweşî, mêş û pîşiyan em bêzar bûne. Em dixwazin pergala binesaziya taxa me bê çêkirin.” 
 
'KÖYDEN FARKIMIZ YOK’
 
Rifat Balci jî, anî ziman ku ji xwe ve statûya taxê  dane gundê wan û wiha got: “Lê bi tu awayî xizmet nayê kirin. Gundê me îro bûye tax, lê tu ferqa wê ji ya gundan tuneye. Em dixwazin demildest binesaziya taxa me bê çê kirin û em jî rehet bibin.”
 
ŞEREDARIYÊ: AGAHIYA ME TUNEYE! 
 
Ji ber pirsgirêkên welatiyên taxê anîn ser ziman, me bi telefonê li şaredariyê geriya û xwe gihand rayedarên Şaredariya Qûbînê ya rêveberiya qeyyûmê. Lê ligel hemû serlêdanan jî, ji me re gotin ‘derbarê mijarê de tu agahiya wan tuneye û ji ber vê yekê dê nekarin agahî bidin.”
 
MA / Metîn Yoksu

Sernavên din

19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye