400 karkerên balafirgeha 3'emîn binçav kirin

  • rojane
  • 09:27 15 Îlon 2018
  • |
img
STENBOL - Cendirmeyan şev nîvê şevê bi ser şevnişînên karkerên Balafirgeha 3'emîn de girtin û 400 karker binçavkirin. Karkeran duh ji bo şertên xerab şermezar bikin çalakî pêk anîbûn. Patronên şîrketa Balafirgehê ewil daxwazên karkeran qebûl kirin û piştre red kiribûn. Piştî çalakiya duh şevê din karker hatin binçavkirin. 
 
Karkerên 3'emîn Balafirgeha Stenbolê bi armanca şert û mercên xebatê yên li balafirgehê şermhezar bikin çalakî pêk anîn. Piştî karkeran dest ji kar berdan û çalakî pêk anîn, patron û karzatan şertên karkeran qebûl kir. Lê piştî çend kêliyan patron û karsazên şîrketan dîsa daxwazên karkeran red kir. Li ser vê yekê karkeran dîsa kom bûn û biryar dan ku çalakiya xwe îro berdewam bikin. Karkerên ku biryar dan îro dîsa çalakiya xwe berdewam bikin şev nîvê şevê hatin binçavkirin. Cendirmeyan bi maşînê zirxî û TOMA bi ser şevnişîvên karkeran de girt û deriyê kawîşên karkeran şikandin û ketin hundir. Duh piştî karkeran dawî li çalakiyên xwe anîn û çûn cihê razanê, cendirmeyan û hêzên çevîk bi maşîneyên zirxî û TOMA dora nivîngeh û şevnişînê dorpêç kirin û şev nîvê şevê bi ser wargeha karkeran de girt. 
 
Sendîkaya ÎYÎ- SEN, şev nîvê şevê saet di 02.16’an de di hesaê Twitterê de agahî belav kir û diyar kir ku cendirmeyan bi ser kawişên karkeran de girtine û gef li karkeran xwarine ku kes telefonên xwe venekin û dernekevin derve. 
 
400 KARKER HATIN BINÇAVKIRIN
 
Piştî cendirme û polîsan bi hevre şevnişînên karkeran dorpêç kir û bi ser kawîşên karkeran de girtin 400 karker binçav kirin û bi otobusên ÎETT'ê birin Fermandariya Cendirmeyan ên Arnavutkoy, Eyup û Stenbolê. 
 
Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Zuleyha Gulum, Erkan Baş, Ali Kenanoglu û Zeynel Ozen piştî bûyerê çûn şantiyê. Parlamenterê HDP'ê Erkan Baş, li pêş şandiyê daxuyanî da û got: "Di sedsala 21'emîn de balafirgeha nûjen li ser can û xwîna mirovan ava dikin. Nûnerên ku pêşengiya karkeran dikin tên binçavkirin. Dixwazin berxwedana wan bişkînin. Esker û polîsan ketine qada taybet û dagir kirine. Karkeran mexdûr dikin û mafê wan dixwin. Em Tirkiyeyek ku bûye munyetîr dibînin." 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî diyar kir ku bê navber esker sewqî şantiyê dikin û êdî ji şantiya karkeran wêdetir bûye kişlaya leşkeran. 
 

Sernavên din

12:38 Binçavkirina rojnamevanan tê şermezarkirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin