Karkerên Flormarê: Îktîdar tenê dengê me nabihîze

img
STENBOL – Çalakiya 132 karkerên Fîrmaya Kozmetîk a Flormarê yên bûn endamê sendîkayê û ji kar hatin derxistin di roja 79’emîn de didome. Karkeran diyar kir ku her kes dengê wan dibîhîze û gotin: “Tenê desthilatdarî dengê me nabihîze.” 
 
Li Fîrmaya Kozmetîk a Flormarê ya li Herêma Pîşesaziya Organîze ya navçeya Gebzeya Kocaeliyê 132 karker ji ber xwestin bibin endamê sendîkayê ji kar hatibûn derxistin. Karkeran ji 15’ê gulanê ve li ber fabrîkayê dest b içalakiyê kirin didome. Karker serê sibê saet di 09.00’an diçin ber fabrîkayê û heta saet 17.00’an çalakiyê li dar dixin û ji derxistina xwe protesto dikin. Hevalên wan kerker ên li fabrîkayê dixebitin wan bi tenê nahêlin û di molayên çay û xwarinê de piştevaniyê didin wan. 
 
‘EM LI PEY BIRYARA XWE NE’ 
 
Arzu Akyuz diyar kir ku 5 sal ew di Flormarê de xeibtiye û got: “Ji ber me berdêla keda xwe nedistand, em bûn endamên sendîkayê. Me gelek kar dikir, lê me kara xwe nedistend. Karsaz dixwest em her tim zêde bixebitin. Lê dema mûçe dihat hindik didan me. Ji ber em li dijî vê derketin me ji kar derxistin. Heta dawiyê em li pey biryara xwe ne. Xwediyê kar bi me re ketiye enyadê. Lê herî dawî wê ew poşmn bibe û dest ji biryara xwe berde.” 
 
Akyuz anî ziman ku endamtiya sendîkayê ji her warê ve baş e û dê dest ji têkoşîna xwe ya sendîkayîbûnê jî bernedin. 
 
‘HER KESÎ DENGÊ ME BIHÎST LÊ ÎKTÎDARÊ NEBIHÎST’ 
 
Yagmur Ozguren a ji kar hat derxistin jî destnîşan kir ku 2 sal di Flormarê de qet rûyê patronan nedîtiye û piştî ew bûne sendîkayî rûyê patronan dîtin. Dema em bûn endamê sendîkayê me 132 kes ji kar derxistin. Desthilatdarî karkerên Flormarê ji nedîtî ve tê. 79 roj e em li vir li ber xwe didin. Her kesî dengê me bihîst lê desthilatdariyê dengê me nebihîst.” 
 
‘WÊ JIN FLORMARÊ TÊK BIBIN’ 
 
Elîf Uslu ya ji kar hat derxistin jî got: “Em bi şev û roj li ber xwe didin. Em têk neçûn û em ê têk neçin jî. Ez wisa bi bawerim wê jin Flormarê têk bibin.” 
 
‘BILA JIN HILBERÎNÊN FLORMARÊ NESTÎNIN’ 
 
Pinar Koca jî destnîşan kir ku piştî ew bûye endamê sendîkayê wê ji kar derxistine û li gel hemû astengiyên Walîtiya Kocaeliyê jî çalakiya xwe dewam kirin e. Koca da zanîn ku hemû astengiyan ji wan re derdixin û ew ê heta dawiya emrê xwe wek karkerekê mafê xwe biparêz e. Koca bang li jinan kir ku bila jin hilberînên flormarê bikar neynin. 
 
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’ 
 
Îbrahîm Ayaz jî anî ziman ku bi boneya wî destek daye hevalên xwe yên di çalakiyê de wî ji kar derxistine û got: “Me bi salan xizmeta vê kargehê kir. Me ne rapor wergirt û ne jî tiştek kir. Ji ber min qezaya kar derbas kir, rapora 4 mehan dan min. Li gel vê yekê jî ez mehek şûn ve vegeriyam kar. Ji bilî saziyên civakî em ji tu kesî piştevaniyê wernagirin. Em ji dewletê û partiyên siyasî jî xeyîdîne. Em li ber xwe didin. Em ê li ber jî bidin. Heta em ala Petrol-Îş’ê di hundir de biçikînin, em li vir in.” 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir