Penêrê Wanê tehma xwe ji giyayê zozanan digire

img
WAN – Yek ji xwarinên herî giranbiha yên Wanê penêrê bi giyaye. Ji bo penêr xera nebe û çêj bikevê bi kûpan di bin erdê de vedişêrin. Jinên zozanî diyar kir ku ew penêr bi şîrê miyan çêdikin û tehma xwe ji giyayê xwezayî yên zozanan distîne. 
 
Li Wanê tişta herî bi nav û deng yêk jê taştêya wê ye. Tişta ku taştêyê dixemilîne jî penêrê bi giya yên zozanan e. Zozaniyên li taxa Kardoxan a navçeya Erdîşa Wanê ji şîrê taze yên miyan penêr çêdikin. Jinan dest bi çêkirina penêrê giya jî kir. Penêrê tê çêkirin ewil dixin kûpan û ji bo xera nebe û çêja xwe bigire di bin erdê de vedişêrin. Penêr heta mehên zivistanê di bin erdê de tê hiştin û pişt re derdixin. 
 
Li gel penêr, keşk, nivişk, torak û lorik jî tên çêkirin û jin di kûpan de vedêşirin. 
 
SÎRIK TEHMÊ DIDE PENÊR 
 
Ji van jinan Sabîha Kirmizi diyar kir ku ji bo amadekariyên zivistanê penêr û rûn çêdikin û penêrê çêdikin tehma xwe ji sîrika dixin navê digire. 
 
Kirmizi anî ziman ku karê çêkirina penêr yek ji karê herî giran e û eziyeta vî karî jî jin dikişînin. 
 
JI AVA PENÊR HILBERÎNÊN DIN JÎ ÇÊDIKIN 
 
Sozdar Kirmizi jî destnîşan kir ku ew ewil girîngiya didin çêkirina penêr û keşkê û got: “Ewil em pênêr çêdikin, ava li pişt dimîne jî em jê hilberînên din çêdikin. Ava ji penêr dimîne em di tenûrê de dikelînin. Pişt re dibe toraq. Heta hefteyekê em vê toraqê ziwa dikin. Pişt re jî keşke jê derdikeve. Pêwîste em keşkê teqez bixin kîsên meles û biparêzin. Heta zivistanê em keşke vedêşêrin. Em di xwarina bi nav û deng keledoş a Wanê de bikar tînin. Keşke bi tenê jî tê xwarin.” 
 
BI GIYAYÊN XWEZAYÎ ÇÊDIKIN 
 
Faîle Saglam jî da zanîn ku ew giyayê li nav penêr dixin ên mîna heliz, sîrik, qaşim, mende di mehên biharê de li zozanan berhev dikin. Saglam behsa çêkirina penêrê xwe kir û got penêrê ew çêdikin bi piranî ew dixwin û yê mayî jî difiroşin. Saglam got ew penêrê xwe bi giyayê xwezayî yên zozanan çêdikin. 
 
'TEHMA WÊ JI ZOZANAN E’ 
 
Saglam anî ziman ku tehma penêrê wan ji zozanan tê û got: “Em miyên xwe li zozanan xwedî dikin û ji şîrê wan penêr çêdikin. Tehma mezin ji giya digire. Penêrê me hemû organîk e.” 
 
MA - Mujdat Can

Sernavên din

24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê