Hedefa astengdarê bi yek milî damezrandina akademiyê ye

  • rojane
  • 09:45 31 Tîrmeh 2018
  • |
img
DÎLOK – Hamza Taşdemîr ê milê xwe windakirî dev ji çêkirina pasteyan berneda. Taşdemîr ji ber xebata karê xwe xwedî xelatê ye û hedefa xwe jî li Dîlokê damezrandina akademiya pasteyan e. 
 
Hamza Taşdemîr (36) ji ber nexweşiyê milê xwe winda kir. Li gel asteng ma jî dev ji karê xwe berneda. 22 sal e paste çêdike. 4 sale jî bi milek dixebite. Azweriya kar Taşdemir kir xwediyê xelatê. 4 sal berê jî tûmor di milê Taşdemîr de derket. Bo ku dem derbas kiribûm mil bi giştî hat jêkirin. 
 
Taşdemîr destnîşan kir ku ji ber dermankirinê demek dirêj ji pîşeya xwe dur ma û got: “Li derdora min heyfa xwe bi min dianîn û digot ‘ev dê bi milek çewan debara xwe bike. bi milek nikare paste çêke’. Lê min ji xweziya çêkirina pasteyên tiştek kêm nekir. Heta zêde kir. wisa ku ez ketin pêşbaziya navneteweyî û min 12 xelat girt. Ev jî nîşaneya biryardariya min a hezkirina kar e.”
 
‘BI MILEK BE JÎ MIN KALÎTE BILIND KIR’
 
Taşdemîr diyar kir ku wî bi baklavayê dest bi çêkirina şîraniyê kiriye û wiha behsa karê xwe kir: "Min piştî demek paste jî çêkir. Di baklavayê de sînor heye. Lê di pastayê de sînor nîn e. Min berê destê rastê bikar dianî. Dema ew çû min pir zehmetî kişand. Di saxiya xwe de min çîroka pir kesên ku alavê laşên xwe windakirin û çewan bi azwerî xwe tevlê jiyanê kirin xwendibûn. Ew çîrok bûn îlhama jiyana min. Biryar da ku ez ‘karim bi milek jî kar bikim’. Min karên baş kir. ji berê jî baştir. Yek milbûna min bêtir min bi jiyanê ve girêda.”
 
‘EZ MILÊ PROTEZ QEBÛL NAKIM’
 
Taşdemîr da zanîn ku bi milek çêkirina pasteyan di destpêkê de gellek zehmet bû û wiha domand: "Her ku min di xebatê de israr kir ez hînbûm û karê xwe baştir li pêş xist. Bêjin 'were em protez li milê te bixin' jî ez qebûl nakim. Ji vî saetê û şûn ve du mil ji bo min dê zehmetir be. Di karê çêkirina pasteyê de şadî û şahiya kesan e. Paste jî mirovan pir kêfxweş dike. Karê ku dikim ji bo min bûye kareke hêsan û asan. Lê dema ji derve mêze dikin ne wisa dixuye. Hinek matmay dimînin ku ez bi destek vê karî dikim." 
 
‘XEYALA MIN AVAKIRINA AKADEMIYÊ YE’
 
Taşdemîr bal kişand ser heza ji karê xwe û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Kesên ji karên xwe hez bikin tu tişt nikare bibe asteng. Mirov dema bixwaze kere her tişt çêke. Karê me hinek jî zêdetir kedê û hezkirinê dixwaze. Heke zarokên min bixwazin ez dê hînê wan jî bikim. Wan bikim hostê navdar ê paste çêdike. Xeyala min ya mezin ev e ku li Dîlokê akademiya pasteyê dabimezirînim. Bi hêvîme ku rojek ez dê wî jî çekim."
 

Sernavên din

18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'