JES’an erê bikin dê bi sedan dar tune bibin

  • rojane
  • 09:14 31 Tîrmeh 2018
  • |
img
ÎZMÎR – Li Taxa Tîre Başkoy amadekariya lêkirina JES’an didome. Heke rapora ÇED’ê bê erêkirin dê bi dehan darên guz, hêjîr û zeytûn tune bibin. Teknîsyenê Ziratê Temel Tekîn der barê mijarê de got: "Egeyê JES bên çêkirin herî zêde 10 sal paşê dê her cih hişk bibe û jiyan biqede." 
 
Li Herêma Egeyê li gelek bajar û navçeyan şîrket amadekariya lêkirina projeyên Santralên Enerjiya Jeotermalan (JES) dikin. Şîrketa Endezyariya Enerjiya Pozîtîf  ji bo li derdora Yayla Yakasiya taxa Başkoy ya Tîreya Navçeya Îzmîrê dest bi sondaja JES’ê bike serî li Walîtiyê da. Walîtî rapora ÇED’ê erêke darên guz, hêjîr û zeytunên nêzî taxê hişkbin. 
 
Fîrma di serlêdanê de dixwaze li ser erdeke 5 hezar û 431 metrekareyê rapora ÇED’ê bistîne û sondaj bike. Herêma ku tenê sondaj tê lêxistin 1218 metrekareye. Cihê projeya fîrmayê jî dikeve nava olçeka 1/100’a daristanê.  
 
LÊÇUNA PROJEYÊ 950 HEZAR TL YE
 
Di kar de dê makîneyên giran ên kar bişixulin. Dengê ku van makînan derdixin gemariya deng zêde çêdikin. Lêçûna projeyê 950 hezar TL  ye. Welatiyên li herêmê dijîn li dij çêkirina pirojeyê bibertek in û bêzar in. Welatiyan dest bi komkirina îmzeyan kir, çûn cihê kar û bertek nîşanê fîrmayê û kesên destura xebatê dane dan. 
 
KEYA: EM DESTÛR NADIN JES’Ê
 
Keyayê Taxa Başko Salih Gulmez diyar kir ku welatiyên li Tîreyê dijîn çandiniya organîk dikin. Darê wan ê guz, hêjîr û zeytunan hene. Ewê destur nedin çêkirin û lêkirina JES’ê. Gulmez aşkera kir ku li Germencika Navçeya Aydinê 10 sal berê ji ber çêkirine JES kes nikare çandiniyê bike. Li vir herkes çandiniyê dike, debara xwe dike. 20 sale çandiniya hîjîran dikin. Hêjîr hişk dikin û îxrac dikin. Tev jî organîk e. 
Mehek berê em navê firmaya ku dixwaze JES’ê li taxa wan çêke hînbûn. Fîrma ji 2016’an ve bi dizî dixebite. Niha jî ji bo kolana çalê serlêdana raporê kiriye û Gulmez wiha got: “Em naxwazin rapora erênî ya ÇED’ê bidin. Îmzayên me topkir me da Kaymakam. Emê doz vekin. Me ji bo rapora ÇED jî bê îptalkirin serlêdan kir. Di tekoşînê de dê Odeya Endezyarên Ziretê, Kooperatîfa Çandiniyê jî destek bidin welatiyên li taxê.”
 
'JES ŞÎNAHIYÊ HIŞK DIKE'
 
Teknîsyenê Ziretê Temel Tekîn destnîşan kir ku çalên JES’an vebin felaket dest pê dikin. Şînkayî hişk dike. Temel aşker dike ku fîrma çalê JES’an di nîvê taxa Başkoy de dikole. Baya livir ji newalêve berbijor tê. Helma JES’an bi bayêre bandor li taxê dike. Ew hilm kalîta hêjîran dixe. Daran hişk dike. Darên tenê li vir tê çandin hene. Ew jî dê korbin. Vana li se masê rûdinin û biryar didin. Kî ji wan Tîreyê zane û nas dike. Ew hesabê kara pere dikin. Em hesabê jiyana xwe û xwezayê dikin. Hilma ji JES’ê derkeve û bi bayêre berz bibe bilî Tîreyê dê bandor li 10 gundên din jî bike. Li vî welatî salê 300 roj tîrêjên rojê hene. Çima çindiniyê nakin û diçin JES’an çêdikin? Na ku di çêkirina JES’an de israr bikin 10 sal paşê dê jiyan bimiçiqe.” 
 
MA / Rûken Demîr – Ayşe Surme  
 

Sernavên din

11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne