Cejna Qurbanê jî hat lê kes naçe bazara heywanan

img
WAN – Ji Cejna Qurbanê re 3 hefte man û êdî dema ku heywanê qurbanê bên firotin e. Lê li gel cejn nêz dibe jî Bazara Heywanan a Wanê bêdeng e û kes naçe li bihayê qurbanan jî nanêre û napirse. 
 
Li aliyekî ji ber polîtîkaya qedexekirina zozanan û li aliyê din jî ji ber bihabûna êmê sewalan karê sewalkariyê aniye asta qedandinê. Li herêma Serhedê welatî di bin şertên giran de karê sewalkariyê dikin û pê debara xwe dikin. Niha jî besîvanên heywanan xwedî dikin hêviya xwe bi firotina qurbanên Cejna Qurbanê ya di navbera 21 û 24’ê tebaxê de dê pêk were ve girêdane. Yên sewalan xwedî dikin ji niha ve ji bo qurbaniyan bifiroşin dibin Bazara Heywanan a li taxa Sixkê ya Wanê. Her çiqas besîvanan hêviya xwe bi cejnê ve girêdabe jî kes ne diçe bazarê û ne jî li sewalên qurbanê dipirse. 
 
Xwediyên sewalan ji ber vê dengiyê bi gazinin û çar çavan li benda mirovanin biçin qurbanan bikirin. Xwediyên sewalan gotin welatî li şûna qurbanan nikarin kîloyek goşt bikirin û ji ber vê yekê ew nikarin kar bikin.
 
'ÎNSAN NIKARIN KÎLOYEK GOŞT BIKIRIN’ 
 
Azîz Demîrhan sewalên xwe ji navçeya Elbakê aniye bazarê û got salên berê hêj du meh ji cejnê re dima welatî dihatin qurbanan dikirîn û îsal hêj sewalek jî nefirotiye. Demîrhan anî ziman ku bazar ne mîna berê ye û got: “Rewşa aborî ya mirovan nîne heywan bikirin. Qeweta mirovan nemaye. Kîlo goşt li vir erzan e. Li gel erzan e jî kes nakire. Em mesrefê êmê sewalan jî nikarin derbixin. Berê me sewalan ji Wanê dibir bajarên din difirot. Lê niha ji ber goştê îthal em nikarin li Wanê bi zirar jî bifiroşin. Heqê kîloyek goşt di berîka mirovan de nîne.” 
 
'ME HÊJ HEYWANEK NEFIROTIYE’ 
 
Hamza Aslan ê li bazarê sewalên qurbanê difiroşe jî diyar kir ku sed lîreyek mirovan nîne ku bê sewalan bikire û got: “Dolar difirin û jiyan biha bûye. Mirov nikarin tiştekî bikirin. Her sal heta niha me 20 sewalan difirot. Lê niha hêj me sewalek jî nefirotiye.” 
 
‘ÊDÎ MIROV NIKARIN BIJÎN’ 
 
Ridvan Alpata jî destnîşan kir ku firotina sewalan ne baş e û wiha got: “Ji bilî firotina sewalan, em êdî nikarin sewalan jî xwedî bikin. Ji ber ku her tişt bihaye. Ji bo ku sewalkarî xelas nebe divê hikumet gavan biavêje û vê rewşê biguherîne. Hatiye wê merheleyê ez êdî nikarin debara mala xwe bikim. Heke wisa dewam bike dê mirov nikaribin bijîn. Bihayê kavirekî gihîştiye hezar û 500 lîreyî. Ka wê karkerek çawa qurbanekê bikire? Em li benda van rojên cejna qurbanê ne, lê wisa xuya ye wê ber vê cejnê jî xerab derbas bibe. Heta bihayê êm kêm nebe, bihayê heywanan qet kêm nabe.” 
 
MA/Mujdat Can