Walî nexwazin dê mîtîng jî konser jî pêk neyên

  • rojane
  • 09:13 26 Tîrmeh 2018
  • |
img
MÊRSÎN – Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz pêşnûmeqanûnên li Meclîsê hatin qebûlkirin û erkên nû yên taybet dan waliyan nirxand û da zanîn ku walî heke ketina serokê partiyek an komeke muzîkê ya bajêr qedexe bike ne pêkane mitîng û konser li wî bajarî were li dar xistin. 
 
Piştî OHAL hat rakirin ji aliyê AKP’ê ve zagonek di bin navê “Têkoşîn li dijî Terorê” amede kir û şande Meclîsê. Zagon di meclîsê de hat qebûlkirin. Bi vî zagonê erkên taybet kirin bindestê waliyan. Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz zagonê nirxand û wiha got: “Hikumetê bi vê zagonê  OHAL’ê mayînde kir." Yeşîlbogaz wiha pêde çû: “Pêkanînên ne demokratîk ên 2 sale di meriyetê de bûn bê feqet û amayan divê bên hildan."
 
Yeşîlbogaz destnîşan kir ku ew li bendê bûn OHAL bê rakirin, lê wan dît ku bi rê û rêbazên din OHAL'ê mayînde kirin û got: “Daxwaza me ev e, bê ku dem di ser de derbas be demildest bê rakirin. Di rastiyê de nehat rakirin bi zagonên nû OHAL’ê ji peryodên dirêjkirina 6 meh derxistin û kirin heta 3 salan. Ev hem di dij Destura Bingehîn e û hem jî li dij normên Yekîtiya Ewropayê ye. Ev ji bo welatek demokratîk tengasiyên pir mezin in.”
 
‘EV BIRYAR NE DADWERIYE’
 
Yeşîlbogaz diyar kir ku di zagonê de erka walî dikare qedexe bike ku heta 15 rojan kesek nexe bajarekê û wiha dewam kir: "Ev erk di serdemên şidî (sikiyonetim) de jî di destê kesî de nebûn. Çewan dibe ku ketin û neketina kesek ewlehiya bajêr dixe xetereyê. Hêzên ewlehiyê hene. Çewan dibe ku kesek were û ewlehiya bajêr xire bike?
 
Walî kare bi vî erkê destur nede lîderekî partiyek bikeve bajêr. Heke walî bêje ‘ez destur nadim hûn heta 15 rojan bikevin bajêr.' Ew lîder heta 15 rojan hem nikare bikeve bajêr û hem jî ji ber ku lîderê partiyê nîn e partiya wî nikare li bajêr mîtîng jî pêk bîne. Ev ji bo komeke muzîkê jî wisan e. Heke walî destur nede komeke muzîkê bikeve bajêr dê konsera ku koma muzîkê amaderkirî dê betal be ango 15 roj taloq be.” 
 
‘DEMOKRASIYÊ AVA BIKÎ’
 
Yeşîlbogaz bal kişand ser guhertina zagona meş û mîtîngan û wiha pêde çû: “Di zagonê de tê gotin ku bişevê mîtîng qedexeya. Ev zagon dibêje ku ‘piştî hewa tarîbe di seetek de mitîng belavbe. Ev xumam e. Ne zelal e. Ev dê çewan bê tespîtkirin? ‘Tarîbuna hewayê’ pênaseyeke ne diyar e. Kesê bixwaze hê saetek jî mabe bêje temam e tarî bû. Aktîvîteya heyî çewan dibe saetek bimîne bê belavkirin.” 
 
Yeşilbogaz gotinên xwe wiha temam kir: “Ger em dixwazin bi rastî jî ji Rewşa Awarte (OHAL) xwe xilas bikin ligel hemû hêzên cikavî bên gel hev û civateke hemdem ava bikin. Bê ku dem bê windakirin di cihê van pêkanînên nayên qebûlkirin de demokrasiyê ava bikî.”