‘Her roj bi heronan li ser me digerin’

  • rojane
  • 09:02 21 Tîrmeh 2018
  • |
img
COLEMÊRG – Bêrîvan û şivanên ku derketine zozanên di nav sînorên Wan, Colemêrg û Şirnexê de diyar kirin ku her roj heron di ser wan re diçin û tên. 
 
Berîvan û şivanên ku li zozanê Balekya yê li gundê Baleka yê girêdayî Colemêrgê dimîn diyar kirin ku her roj bi ser wan de heron û helîqopter digerin û gotin ku li gel hemû zextan jî ji ber ku li gundên xwe dijîn kêfxweş in. 
Şivanê bi navê Abîdîn Orûç ku ji navçeya Silopya ya Şirnexê hatiye zozanan diyar kir ku tevî ku di nav zehmetiyên mezin de şivaniyê dike jî kêfxweş in û wiha got: “Dewlet nahêlê ku em bi pazê xwe re bi awayekî azad tevbigerin û ew biçirînin. Ev der qadeke berfireh û baş e, lê dewlet her roj bi heron û helîqopteran me dişopîne. 
 
‘LI ŞÛNA KU BIBIM CERDEVAN RAZÎ ME ŞIVANIYÊ BKIM’
 
Şivanê bi navê Huseyîn Yalvaç jî diyar kir ku şert û mercên zozanan bi qasî ku xweş in ewqas jî zor û zehmet in û ev tişt anîn ziman: “Em ji karê xwe memnûn in. Em bi awayekî serbilind ji bo nanê xwe kar dikin. Li şûna ku em bibin cerdevan û notirvan bûne şivan û li mala xwe mêze dikin.” 
 
‘DIVÊ QEDEXEYÊN ZOZANAN RABIN’
 
Bêrîvan Surme Pala da zanîn ku rojê 2 caran ji bo dotina pez ji gund bi wesayîtan diçin zozanan û wiha axivî: “Em dixwazin hemû zozan serbest bin. Em xwe li van deran bi sihûd dibinin û bang li her kesî dikin ku derkevin zozanan û sewalên xwe xwedî bikin. Em ji zozan , gund û bajarên xwe hez dikin û dixwazin aştî û aramî bê welatê me. Em êdî dixwazinm rojên xweş bibînin.”
 
PITGIRÎ DIDIN MIROVÊN BÊDERFET 
 
Bêrîvan Delîla Pala jî bal kişand ser zehmetiyên ku li zozanan dikişînin û ev tişt anî ziman: “Li vê herêmê hemû bar li ser mile jinan e. Heke jin nîn be tu kar nameş e.”Bêrivan Ayten Pala jî got ku bi berhemên ku şîrê sewalên xwe bi dest dixin, li gorî derfetên piştgirî didin mirovên bêderfet. 
 
MA / Hamza Gunduz
 

Sernavên din

19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye