Parlamenter Tosun: Bila ewil dozger cenazeyan radestî malbatan bikin

  • rojane
  • 12:06 18 Tîrmeh 2018
  • |
img
AMED – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun a ku bi hinceta tev li merasîma cenazeyê endamê HPG’ê Mehmet Yakişir bûye lêpirsîn derbarê wê de hat destpêkirin got: “Li şûna dozger tespîta nasnameya 300 cenazeyan bike, mesaiyên xwe ji me xerc dike. Em îradeya malbatan e û em ê li gel wan bin.” 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari de bi hinceta tev li merasîma endamê HPG’ê Mehmet Yakişir ê li Gîresûnê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, bûbûn bi bayê bezê lêpirsîn da destpêkirin. Bi vê lêpirsînê re di Serdema TBMM’ê ya 27’emîn de yên yekemîn bûn hedefa lêpirsînê Tosun û Farisogullari ne. Tosun derbarê mijarê de ji ajansa me Meozopotamyayê re axivî. 
 
‘STARTA ÊRÎŞAN DAN’ 
 
Tosun bibîr xist ku AKP dixwaze wek serdema Meclîsê ya 26’emîn carek din wekîlên HDP’î bike hedefa xwe û got: “Bi vê lêpirsîna li dijî me dan destpêkirin re peyam ango starta êrîşan e. Nikaribûn HDP’ê di bin bendê de bihêlin, lê niha dixwazin bi betalkirina parlamenteriyê hejmara qoltixên me daxînin. Em ê tawîz nedin van polîtîkayan. Wê AKP di plansaziya xwe bi ser nekeve.” 
 
‘ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê LI CEM GELÊ XWE BIN’ 
 
Tosun diyar kir ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de wan li Amedê ji sedî 65 deng girtine û wiha dewam kir: “Ji bo em li cem gelê xwe cih bigirin, dengdêran me hilbijart. Em neçarin êş û dilxweşiya gelê xwe parve bikin. Çi dibe bila bibe em ê li cem gelê xwe bin. Bi sedan polîs û dehan maşîneyên zirxî goristanê dorpêç kiribûn. Xwestin provokasyonek li dar bixin. Lê me destûr neda viya. Tevî hemû hewldanên wan ên provokasyonê jî me cenaze defin kir.” 
 
‘BILA DOZGER EWIL CENAZEYAN TESPÎT BIKIN’ 
 
Tosun 300 cenazeyên di şerê 3 salên dawî de jiyana xwe ji dest dan e û li goristanên bêkasan tên rawestandin pirsî û wiha bertek nîşan da: “Em bang li dozgerên bi bayê bezê lêpirsîn bo me dan destpêkirin dikin; dozgerên ku nasnameyên cenazeyên li goristanên bêkesan tespît nakin,  çima radibin li dijî gelê me lêpirsîn didin destpêkirin? Peywîra dozgeran ne ew e li parlamenterên ku êşa gelê xwe parve dikin lêpirsîn bidin destpêkirin, peywîra wan ew e ku cenazeyên malbatên bi salan e li korîdorên edliyeyan disekinin radest bike. Dozger li şûna nasnameya cenazeyên 300 kesî tespît bike, lê ji bo mesaiyên xwe ji bo me xerc dike. Em îradeya van malbatan e û em ê li gel cem malbatan bin.” 
 
MA / Ozgur Paksoy