SDGF: Em dê di 20'ê Tîrmehê de li Navenda Çandê ya Amara bin

  • rojane
  • 10:51 18 Tîrmeh 2018
  • |
img
ENQERE - 20'ê Tirmehê, 3'emîn salvegera komkujiya Pirsûsê ku 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan e. Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Deniz Bahçeci, diyar kir ku ji bo ew hesab ji komkujiyê bipirsin dê di 20'ê Tîrmehê de biçin Pirsûsê û li Havenda Çandê ya Amara 33 ciwanan bibîr bînin. 
 
Di 20'ê Tirmeha 2015'an de li Navçeya Pirsûs a Rihayê li dijî ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalist (SGDF) û HDP'ê ku xwestin pêlistokan bibin ji zarokên Kobanê re êrîşa xwekujê DAÎŞ'î pêk hat û 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan. Bi minasebeta 3'emîn salvegera komkujiyê endamên SGDF'ê dê biçin Pirsûsê û li Navenda Çandê ya Amara bernameya bîranînê pêk bînin. Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalist (SGDF) Deniz Bahçecî diyar kir ku ew dê di 20'ê Tîrmehê de biçin li Navenda Çandê ya Amara 33 ciwanan bibîr bînin. 
 
Bahçeçî anî ziman ku ew dê xeyalên ciwanên SGDF’î ku xwestin li Kobanê pêk bînin berdewam bikin û wiha got: Ciwanên sosyalîst wê demê xwestin bi gelê Kobanê re bên cem hev û piştevaniya gel bikin. Lê destûr nedin vê xeyala xwe pêk bînin. Em dê ji bo xeyalên wan têbikoşin û xeyalên wan pêk bînin. Muzeya şer a nîvco maye heye. Em dê jibo biranîna wan muzeya şer temam bikin. Em dê ji bo endamên SGDF’ê yên li Rojava nemir bûne daistana bîranînê biçînin. Dîsa ji bo korîdor li Kobanê vebe em dê kampanya îmzeyan bidin destpêkirin. Piştî bûyera Pirsûsê konsepta şer xistin meriyetê. Lê me li Kobanê ev yek nexwest. Me li dijî yekerestî, nijadperestî û şovenîzmê helwesta xwe nîşan da. Êrîşa li Pirsûsê êrîşa li dijî ruhê yekîtiyê û piştevaniyê bû."
 
'3 SAL DERBAS BÛN, LÊ TU LÊPIRSÎN TUNE'
 
Bahçecî, da zanîn ku di ser komkujiyê re 3 sal derbas bûn, lê tu lêpirsîn pêş neketiye û rewşa heyî dilê mirovan diêşîne. Nêzî 18 mehan li ser dosya dozê biryara nepeniyê hebû. Me di sala ewil de kampanya "Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî edalet" bi rêxistin kir. Me xwest komkujiyên din bên ronîkirin. Niha dê 6’emîn danişîna dozê bê dîtin. Lê heta niha bersûsê komkujiya Pirsûsê ji doza komkujiya Enqereyê girtîy e. Ji dosya Pirsûsê kesekî girtî tune ye. 
Em dê biçin Pirsûsê û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin. Em dê têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dan berdewam bikin. Em dê bi hevre bernameya bîranînê bi rêxistin bikin. Em dê îsal bi heyeta nûnertiya 33 kesan biçin Navenda Çandê ya Amara ku cihê komkujî lê pêk hatiye. Em dê gorên wan ziyaret bikin." 
 
'EM DÊ ŞÎARA HEVALÊN XWE YÊN LI PIRSÛSÊ HATIN QETILKIRIN BILIND BIKIN' 
 
Endama MYK'ê ya Hêzên Şoreşgerî ya Ciwanan (DEV- GUÇ) Ezgi Akevran jî anî ziman ku da ciwanên hatin qetilkirin pêşengê parastina Kobanê bûn û wiha got: "33 kesên li Pirsûsê hatin kuştin şopa dengê rêhevalên wan ên li Tirkiye bûn. Nîşan dan ku jiyanek nû pêkan e. Piştevaniya ciwanên hatin cem hev, dema çûn Pirsûsê nişan dan ku cîhanek nû pêkan e. Em dê 20'ê Tîrmehê bi şîara hevalên xwe yên hatin qetilkirin bibîr bînin û şîara wan mezintir bikin."  
 
MA / Diren Yurtsever