‘Hilweşandina aboriya Tirkiyeyê bi hilweşandina ekolojîk telafî dikin’

  • rojane
  • 09:29 18 Tîrmeh 2018
  • |
img
ÎZMÎR – Ertugrul Barka yê ekolojîst diyar kir ku daristanên li Tirkiyeyê naşewitin dişewitînin û got: “Dixwazin hilweşandina aborî ya Tirkiyeyê bi hilweşandina ekolojîk telafî bikin.” 
 
Li Tirkiyeyê her havîn şewata daristanan pêk tê. Bi taybetî balkêş e ku şewat li bajarên herêmê pêk tên û ev şewat bêtir li qada daristan û turîstî pêk tên. Şewata daristanan ango texrîbata ekolojîk Ertugrul Barka yê ekolojîst nirxand. 
 
'DARISTAN NAŞEWTIN DIDIN ŞEWITANDIN’ 
 
Barka diyar kir ku li herêma kurdan di bin navê “şer” de xweza tê tunekirin û wiha got: “Şewat tenê ne havînê diqewime. Li Tirkiyeyê di mehên zivistanê de jî daristan dişewitin. Li tevahiya herêma ev şewat diqewime. Ev daristan ji ber xwe ve nayên şewitandin. Heke daristan dişewitin bi ew bixwe dişewitînin. Şewata daristanan tiştek din e û şewitandina daristanan jî tiştek din e. Hin dever ji bo pêşkêşî rantê bikin bi zanebûn didin şewitandin. Heta guhertina makezagona 1980’î jî daristan teqez dihatin parastin. Piştî vê dîrokê parastina qanûnî hat rakirin. Ji bo qadên daristanan bibin cihê rantê dest bi şewitandinê kirin.” 
 
Barka anî ziman ku ji 453 milyar dolarî zêdetir deynê Tirkiyeyê heye û got: “Hilweşandina aborî dixwazin bi hilweşandina ekolojîk safî bikin.” 
 
‘CIVAKEK EKOLOJÎK A KOMUNAL LAZIM E’ 
 
Barka destnîşan kir kul i Tirkiyeyê tenê ne daristan tên şewitandin di heman demê de sewal û ax jî tê şewitandin û bi madeyên kîmyasal xwezayê tune dikin. Barka da anî ziman ku xweza û civak tiştên ji hev cuda nînin û got: “Divê mirovatî demildest xwe arasteyî civakek ekolojîk a komunal bike. Di civaka ekolojîk a komunal de tu berjwendî nîne. Desthilatdarî hemû mal û mulkiyetê dixe bin yekdestiya xwe. Dest datîne ser pereyên gel û bi vî awayî derfetan ji bo aligirên xwe temîn dike. Heta ku dikarin xwezayê tune bikin? Xweza û civak wê xwe biparêz e.” 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin