Bi kulmek komir û axa goran çûn Enqereyê: Em ji riya xwe venagerin

  • rojane
  • 11:34 17 Tîrmeh 2018
  • |
img
ENQERE – Malbatên Soma bi boneya bi Serokê HSK’ê re hevdîtin bikin heta Enqereyê meşiyan. Serokê HSK’ê bi malbatan re hevdîtin nekir  û hêviya malbatan a edaletê carek din şikest. Ji malbatan Fatma Malkoç got: “Em ê edaletê bi dengê xwe bînin. Em ê venegerin û di riya xwe de ne.” 
 
Malbatên 301 karkerên di karaseta madenê ya li Somayê jiyana xwe ji dest dan û ji biryara doza karkeran, di destek wan de kulmek komir û di kulmek wan de axa ser goran ku hebû ji bo edaletê ji Somayê heta Enqereyê hatin. Malbatên Soma ji bo Serokê Desteya Dadgeran û Dozgeran (HSK) re hevdîtin bikin û bêjin “Di oxira kulmek komir de zarokên me bûn kulmek ax.” Lê hevdîtin ji aliyê Serokê HSK’ê ve hat redkirin. Malbat têkildarî hatina xwe ya Enqereyê axivîn. 
 
‘BILA CAREK JÎ BÊJIN 301 KARKER’ 
 
Dayika Bîlal Malkoç ê di karesatê de jiyana xwe ji dest da Fatma Malkoç derbarê hatina xwe ya Enqereyê de wiha got: “Dema kurê min di karê madenê de dixebitî, wan bi zorê dibirin mitîngên AKP’ê. Heke ku neçûna ji yewmiya wan dikuştin an jî wan ji kar derdixistin. Em di salvegera 15’ê Tîrmehê de ne. Ser û binê gotina wan 15’ê Tîrmehê ye. Bila rojek jî bêjin 301 karker. Em hatin Enqereyê li her deverî wêneyên 15’ê Tîrmehê daliqandî ne û pîrozbahî heye. Ez xemgîn bûm. Bila wêneyên zarokên me jî daliqînin. Dayikên wan hene, em jî va dayik in û li vir in. Heke ew zarokên gel bin ên me jî zarokên gel in.” 
 
'4 SAL E XÊR Û XWEŞÎ NÎNE’ 
 
Malkoç da zanîn ku ew bi hêviya dîtina edaletê derketine rê û got: “Mil û baskên me şikestin. Ev 4 sal e em bi êşê dijîn. Ev 4 sal e em nekiniyan û ne jî min xwarina kurê min jê hez dikir çêkiriye. Êş tenê bi anîna edaletê re dê kêm bibe. Heqê 301 canê me 15 sal nîne. Serê mirovê 6 roj dikeve. Me wan dizek û nebaş mezin nekir. Çav berî aşê kesî nedan. Li pey keda xwe bûn. Ji bo dewlemend pere qezenc bikin canê xwe ji dest dan. Paşê jî dibêjin ‘di fitrada karkerên madenê de heye.’ Ev ne fıtrat e karesat e. Li ber çav zarokên me şandin mirinê. Ji bo pariyek nan jiyana xwe ji dest dan.” 
 
‘DAYÊ ÇIMA TU BI ZILAMÊ MIRÎ RE ZEWICIYÎ?’
 
Malkoç destnîşan kir ku ji roja karesatê vir ve di lêgerîna edaletê de ne û wiha got: “Em ê heta dawiyê têkoşîna ji bo edaletê bidin. Zarokên me li bavê xwe dipirsin. Neviyê min ji dayika xwe re dibêje ‘Dayê çima tu bi zilamê mirî re zewicîyî. Bavê her kesî heye çima bavê min nîne?’ Em nikarin bersiv bidin van zarokan. Em ê bi qîrkirina dengê xwe edaletê pêk bînin. Em ê ji riya xwe venegerin û li ser riya xwe bin.” 
 
‘MIROV LI KARKERAN DIDE?’ 
 
Bayram Şahîn jî kurê xwe yê bi tenê Alî Şahîn di karesatê de winda kir. Şahîn anî ziman ku tekane daxwaza wî edalet e û wiha lê zêde kir: “Teqîn du roj berê diyar bûye. Wan bi zanebûn şandin mirinê. Rêveberek bi navê Îsmaîl Adali li ser serê wan hebûye û her tim heqaret li wan kiriye û li wan xistiye. Mirov li karkeran dide? Teqîn çêbû lê kurê min sax derneket. Ew û xalê xwe di madenê de bûn xwelî. Me wan nas nekir.” 
 
MA / Dîren Yurtsever
 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin