Li taxa ku 19 rojin ceyrana wê tune welatî xaniyan vala dikin

  • rojane
  • 09:19 17 Tîrmeh 2018
  • |
img
ŞIRNEX – Şîrketa Lêkolîn û Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), piştî demek dirêj ceyran ji ser navçeya Sîlopî qut kir, niha jî ceyranê ji ser taxên Cizîrê qut dike. Hat zanin ku zêdeyî 70 malên li taxa Sûrê ya Cizîrê 19 rojin ceyan ji ser wan hatiye qutkirin. Welatiyên ku 19 rojin ceyran ji ser wan hatiye qutkirin xaniyên xwe terk dikin. 
 
Şîrketa Lêkolîn û Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), piştî hilbijartinê ceyran ji ser navçeya Sîlopî ya Şirnexê  qut kiribû. Derket holê ku DEDAŞ'ê niha jî ceyranê ji ser taxên Cizîrê qut kiriye. Hat zanin ku zêdeyî 70 malên li taxa Sûrê ya Cizîrê 19 rojin ceyan ji ser wan hatiye qutkirin. Welatiyên ku 19 rojin ceyran ji ser wan hatiye qutkirin xaniyên xwe terk dikin.  Hat fêrbûn ku DEDAŞ'ê li kolanên Ferhat û Yenihalê yên Taxa Sûrê ya Cizîrê ji ser zêdeyî 70 malan nêzî 19 rojin ceyran qut kiriye. Hat îdiakirin ku bi sedema rê li pêş ceyrana qaçaq bigirin dixwazin Panoya Otomasyona Jimareya Gerilima Nizm (ASOP) girê bidin û ji ber ve yekê ceyran qut kirine. Hat diyar kirin ku ji 29'ê Hezîranê heta niha ceyran ji ser welatiyan hatiye qutkirin. 
 
GELEK MALBATAN XANIYÊN XWE TERK KIRIN
 
Welatiyen ku bi rojan e ceyran ji ser wan hatiye qutkirin, diyar kirin ku ji ber germa havînê gelek mexdûr û perîşan bûne. Welatiyan anîn ziman ku ji ber ceyran tune cemedxaneyên wan naxebitin û xwarnên wan tev xera bûne. Welatiyan anîn ziman ku li Cizîrê ku germa havînê digêje 50 pîleyan neçar dimînin ku biçin taxên cuda li cem xizm û nasên xwe bi cih bibin. Welatiyen ku xaniyên xwe terk nekirine jî bi ceyranên destan pêdiviyên xwe temîn dikin. Welatiyan bertek nîşanî rayedaran dan û anîn ziman ku bi vê rêbazê wan ceza dikin û îşkence li wan dikin. 
 
‘EM QEBÛL NAKIN KU TENÊ SAETÊN ME DERXIN DERVE'
 
Welatiyê 53 salî Beşîr Yîgît, da zanin ku bi dehan caran çû serî li rayedarên DEDAŞ’ê da, lê heta niha tu çareserî peyda nekirine û wiha got: "Di vê demsala havînê ya germ de herî zêde mirovên nexweş bêzar dibin. Em nizanin em dê çi bikin. Di vê germa zêde de ceyran ji ser me qut kirine. Em mexdûr û perîyan dibin. Ger ku dê saetên ceyranê derxin derve, wê demê bila yên tevahiya Tirkiye derxin derve. Ger ku tenê yê me derxin em qebûl nakin. Welatiyê 55 salî Nurettin Akdogan jî anî ziman ku ew bi şev bi ceyranên destan pêdiviyên xwe temîn dikin û wiha got: "Ev zilm e li me dikin. Zarok perişan dibin. Rayedarên DEDAŞ'ê diyar dikin ku tiştek li panoyan bê dê berpirsiyarê bidin me. Lê em nikarin ji wan re nobedariyê bikin. Ev zilm û îşkence ye. 
 
Welatiyê 54 salî Zulkuf Deger jî dayika wî nexweşa dil e û ji ber germa zêde neçar maye wê bişîne dîlokê. Deger, bang li her kesî kir ku li hemberî vê pirsgirêkê hestiyar tev bigerin.