Li gundên Colemêrgê demsala dirûna gihayê dest pê kir

  • rojane
  • 09:12 17 Tîrmeh 2018
  • |
img
COLEMÊRG - Li Gundên Colemêrgê demsala dirûna gihayê ya bi rêbaza zibareyê dest pê kir. Roja Zibareyê hemû gundî li hev kom dibin û bi hevkariya hev giha didirûn. Gundi her rojê gihayê malbatekê diridûn (diçinin). Gundiyan diyar kirin ku bi vê çanda zebareyê çîrontî û xizmantiya xwe zext diparêzin. 
 
Li gelek gundên navçe û navenda Colemêrgê di demsala havînê de bi awayekî komî giha tê dirûn û amadekariya demsala zivistanê tê kirin. Welatiyên gundên Colemêrgê bi awayekî zebare û kolektif, giha diçinin û  amadekariyên zivistanî dikin. Welatî li gelek gundan bi rêbaza zebareyê her rojê giha malatekê diçinin. Gundiyên ku bi piranî xizan û cîranan bi rêbaza komî û zibareyê karên xwe dikin û bi hev re giha didrûn. Bi taybetî di demsala çinîna gund de hemû gundî destê xwe didin hev û bi hevre karê xwe dikin. Yek ji van gundên ku bi awayekî zibareyê giha didrûn Gundê Baleka ye. 
 
Gundî her sal di vê demsalê de li hev kom bidin û bi hevre giha diçinin û amadekariya zivistanê dikin. Dîsa gelek karên din jî bi hevre dikin. Gundî bi awayekî zibare karên xwe dikin û rojê karê malekê dikin. Welatiyê Gundê Beleka Rıdvan Pala, diyar kir ku ji ber zeviyên wan tev çiya û gelî ne, teknolojî zêde li vir kar nake û mecbûrin karê zibare dikin û wiha got: "Ji destpêkê de em li vir zeviyan bi tirbanê didrûn. Divê kesê tirpanê dikişîne oste be û tirpana wî pir tûj be. Kesên tirpana wan ne tûj be zû diwestin. Karê kişandina tirpanê, zanebûn, hêz û yekîtiyê dixwaze. Karekî zibarê ye. Zanin û vînê dixwaze." 
 
‘EM DIXWAZIN QEDEXEYAN RAKIN'
 
Yek ji gundiyê Beleka Şukrü Pala jî anî ziman ku îsal giha li gorî sala borî bêtir bi bereket e û wiha got: "Li herêma me zêde çandinî tune. Bêtir li vir welatî debara xwe bi sewalkariyê dikin. Ji ber vê yekê em giha ji bo zivistanê amade dikin û dikin kom. Jiyana me li ser sewalkarî û dirûna giha hatiye avakirin. Mixabin li gelek herema qedexe didome.Em dixwazin qedexe bi dawî bibin. Em bi sewalkariyê debara xwe dikin. Ger ku qedexe bidome em nikarin debara xwe bikin. Em hemû bi hevker giha didrûn. Her malek nêzî 20- 40 ton giha kom dikin. 
 
Welatiyê Gundê Beleka Enes Pala jî anî ziman ku ji ber makîne nikarin li vir kar bikin karê xwe bi hevre dikin û wiha got: "Ji mere dibêjin lasvan. Kesê li pey tirpankêş giha kom dikin. Yên mezin giha didrûn û em jî li pey wan giha kom dikin. Gihayê em didrûn û kom dikin piştre em dikin texe (Gurz) Piştre em van texeyan bi maşineyan dibin gund. 
 
'KARÊ ZIBAREYÊ ÇANDA ME YE' 
 
Welatî Musa Pala jî anî ziman ku komkirina bi rêbaza zibareyê çand û kevneşopiya wan e û her sal bi vî awayî bi hevre karê xwe dikin û dibara xwe dikikn û wiha got: "Em li van mêrg û zozanan nêzî 60 rojan giha kom dikin. Em bi tirpan û şalokê giha kom dikin. Ev karê zibarê çand û kevneşopiyek e. Ev yekîtî û tifaqa gund xurt dike. Piştevaniyê xurt dike. 
 
MA / Hamza Gündüz