Malbata koçer 20 salin bi şîr debarê dike

  • rojane
  • 09:07 16 Tîrmeh 2018
  • |
img
WAN - Malbata Demîr ku 20 salin li Zozanê Artemêtê ya Wanê nêzî 500 mih û bizinan xwedi dike, bi şîr û penêrê wan debara xwe dike. 
 
Malata Demîr a li zozanê jora TOKÎ yê li gundê Kiraciyan a Artemêta Wanê 20 salin koçeriye dikin, debara xwe bi şîr, mast û penêrê mih û bizanan dikin. Malbata Demîr ku ji Sêrtê ye, nêzî 20 salin di demsalê bahar, havîn û payizê de pezê xwe tînin zozanan debarê bi şîrê pez dikin. Malbata Demîr nêzî 500 mih û bizinan xwedî dikin û bi şîrê wan debarê dikin. Malbata Demîr her roj pez didoşin û şîrê wî dikin mast, penêr û li bajar difiroşin. Di salên dawî de ji ber zozan hatine qedexekirin li nêzî bajar pezê xwe xwedî dikin. Malbata Demîr di 20 salên dawî de li Wanê bi cih bûne û dema hewa germ dibe û berf dihile pezê xwe derdixin zozanan. Şivan û pêrîvan rojê carekê pez didin bêrî û şirê wî didoşin. 5 jinên bêrîvan bi hevre pez didoşin û piştî şîr dotin, dikin mast û penêr û roja din dibin li bajarê Wanê difiroşin. 
Her roj saet di 11.00’an de jinên bêrîvan pez didin bêrî û şîrê wî didoşin. 
 
20 SALIN BÊRÎVAN IN
 
Bêrîvana 55 salî Ayşe Demîr ku xwediya pez e diyar kir ku berê diçûn zozanrên Xîzan, Feraşîn û Elbakê, zozan bi zozan digeriyan. Demîr anî ziman ku di 20 salên dawî de hatine li Wanê bi cih bûne û di demsalên bahar, havîn û payizê de derdikevin zozanan. Demîr, diyar kir ku hevserê wê şivaniyê dike û ew jî berîvaniyê dike û bi şîrê pez debara malbatê dikin. Demîr, anî ziman ku ji şîr mast û penêr çê dikin û sal 12 meh şev û roj bi sewalan re xewtê xwe derbas dikin. Demîr, destnîşan kir ku berê diçûn deşt û zozanên Elbak, Feraşin û  Xîzanê, lê piştî ev zozan hatin qedexekirin êdî leşker destûr nadin biçin zozanan. 
 
Demir, anî ziman ku debara wan li ser sewalkariyê ye û nikarin bê sewalan bijîn û wiha got: "Em nih bi pez debara xwe dikin. Em ne mohtacê kesî ne. Ger ku dewlet destûr bide em dê niha biçin zozanên bilind. 2 mehin em li vir in. Em lîtreya şîr bi 5 TL, kiloya penêr bi 16 TL difiroşin." 
 
Bêrîvan Revşan Yucel jî diyar kir ku karekî zor û zahmet e, lê kareki azad û xweş e.  Yucel anî ziman ku 27 salin koceriyê dike, 200 mihan didoşe. 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin