Bav bernamzetê AKP’ê bû keç namzetê HDP'ê ye

  • rojane
  • 12:13 15 Hezîran 2018
  • |
img
MUGLA - Namzeta HDP'ê Ebrû Demîr a 27 salî ku bavê wê bernamzetê AKP'ê bû, diyar kir ku ew ji ber pir rengî û pir nasnameya HDP'ê bû namzeta HDP'ê ya Mûgla û got: "Ez tevî hemû nerazibûnê malbatê bû namzeta HDP’ê. Min li vir xweşikbûna jiyana bi hevre dît û fêr bûm. 
 
Yek ji namezên HDP'ê yên ciwan Ebru Demir a 27 salî ku dayika 3 zarokan e û li navçeya Bodrum a Muglayê dijî ye. Demîr ku dayika wê tirk û bavê wê kurd e, malbatna wê ji ber pirsgirêkên aborî ji Erdîşa Wanê koçî Stenbolê û piştre koçî Bodrum a Muglayê kirin. Ebrû Demîr ku bavê wê bû bernamzetê AKP'ê û namzetiya wî nehat qebûlkirin, li ruxmê bavê xwe di nava siyaseta HDP’ê de cih gir û ji HDP'ê bû namzet. Ebrû Demîr di nava HDP'ê de bû namzet, lê AKP'ê cih neda bavê wê. Ebrû Demir, anî ziman ku piştî HDP’ê namzetiya wê qebûl kir hewl dide ku malbata xwe îknak bike û tev li HDP'ê bike. 
 
'DI NAVA HDP'Ê DE XWEŞIKAHIYA JIYANÊ HEYE' 
 
Ebrû Demîr, da zanîn ku wekî kesek kurd tu car xwe nêzî AKP’ê hîs nekiriye û wiha got: "Ji ber HDP milê bindestan e ez jî di nava HDP'ê de cih digirim. AKP dijminê jinê ye. Lê HDP ji bo mafê jinê têdikoşe. Ji bo aştî û parastina baweriyan têdikoşe. Piştî tev li HDP'ê bûm, mirovahî û têkoşina jinê fêrî min kir. Çanda min fêrî min kir. Xwişk û biratiya bi Laz, Çerkes, Ermeni, Êzidî, Hıristiyan, Alevi, Suryaniyan re fêrî me kir. Xweşikbûna hevpar a bi gelên din re fêrî me kir. Dema ez zarok bûm her dem li dîwarê mala me ala tirk daliqandî bû. Polîtîkaşên îktîdarê yên şen bandor li ser me jî dikir. Di nava malbatên me de ji AKP, MHP û CHP’ê jî endam hene. Lê em di nava malbatê de hurmetê nîşanî hev didin. Lê malbata me nedixwest navê HDP'ê bibhîze. Tu carî nerîna min nebû wekî ya wan. 
 
Demir, herî dawî destnîşan kir ku têkoşîna HDP'ê ji malbata xwe re vegot û wiha bi dawî kir: "Me û malbatê gelek niqaş kir. Min diyar kir ku kurd gelek hatin kuştin. Rastî koçberî û bişaftinê hatin. Rastî neheqî û zilmê hatin. Ji xwe ew bi xwe jî rastî van tevan hatine. Hemû kesên erdîşê dizanin. Piştî erdhejê fatoreyên ceyran û avê ji malbatan xwestin. Her dem zext û zordarî hebû. Kesên rastî zilmê hatin û mafê wan hatiye binpêkiri tu carî milê HDP’ê terk nakin û divê tu carî terk nekin. Em bang li hemû kesan dikin ku dengê xwe bidin HDP’ê û teqez biçin ser sindoqê dengê xwe bidin." 
 
MA / Ayşe Surme