Erdogan: Ez nikarim vê li derve biaxivim divê HDP di bin bendê de bimîne

  • rojane
  • 19:04 13 Hezîran 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên axaftina Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan ê ku di civîna AKP'îyan de ferman da ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin derket holê. Erdogan dibêje “Ger ku ew di bin bendê de bimînin, dê rewşa me gelek baştir bibe." 
 
Dîmenên ku Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan di civîna endam û rêveberên xwe yên li Stenbolê de ferman dide ku HDP'îyan di bin bendê de bihêlin derket holê. Di dîmenên ku di medya civakî de hatin belavkirin derket holê ku Erdogan di 10'ê Tîrmehê de li avahiya AKP'ê ya Stenbolê di "Civina Serokên Taxan" de ferman dide ku HDP'ê di bin bendê de bihêle. Di civînê de Serokomar Tayyip Erdogan li kursiyê di axive. Serokwezîr Binalî Yildirim, Wezîrê Karên Hundir Süleyman Soylu, Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettin Caniklî, Wezîre Çavkaniyên Tabî û Enerjiyê Berat Albayrak, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betül Sayan Kaya, Cîgirên Serokên AKP'ê, Namzetên parlamenteriyê yên AKP'ê û Serokên Taxan ên AKP'î amade bûne. 
Erdogan di axaftina xwe de raste rast dixwaze ku HDP’ê di bin bendê de bihêle. 
 
Erdogan di axaftina xwe e wihadibêje: “Divê teşkîlata me xebatên pir cuda li ser HDP'ê bimeşîne. Ez vê yekê nikarim li derve bi axivim. Ez vê yekê li vir bi were di axivim. Çima ez bi were parve dikim. Ji ber ku hiştina HDP ya di bin bendê de, dê rewşa me baştir bike. Ji ber vê yekê divê li her navçeyê hevalên min divê bi taybetî li ser wan bi rêbazên cuda bixebitin. Ji ber ku hûn dizanin kî kî ye. Ji ber ku nûnerên me yên taxan dizanin kî kî ye. Ger ku nûnerên me yên taxê nizanibin kî ki ye wê demê divê dest ji peywirê berdin. Divê em zanibin. Em lîsteya hilbijêrên sindoqê dînin pêş xwe kî kîye li gorî wê li ser wan bixebitin. Ev yek dê encamê cuda ji mere bîne. Divê hûn wan têxin Markajê wan têxin markajê ji ber ku..." 
 

Sernavên din

10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'