‘Erka cemaetan ewe ku banga edaletê bikin’

  • rojane
  • 10:56 12 Hezîran 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Namzetê Oldar ê HDP’ê Ferzend Denîz, banga cemaetan ên ji bo di hilbijartinê de piştgiriyê bidin AKP’ê û Erdogan nirxand û got: “Erka cemaetan ew e ku banga edaletê li mirovan bikin.”

Di serî de Cemaeta Menzîl û gelek cemaetên din, ji bo piştgiriya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan a di hilbijartina 24’ê Hezîranê de, daxuyanî dabûn. Namzetê Oldar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Ferzend Denîz, bang û daxuyaniyên cemaetan ên ji bo piştgirî dayîna AKP û Erdogan, nirxandin. 
 
Denîz, diyar kir ku yên dixwazin jiyana xwe li gorî ol sererast bikin, divê li gorî Qur’anê tevbigerin û wiha axivî: “Ji ber ku nabe ku mirov li gorî hest û nêrînên xwe yên takekesî ol îstîsmar bike. Xwedî di Qur’anê de dibêje ‘Ey mirovan, ji hemû ayetên Xweda re rêzê bigirin.’ Ger mirovek bêje ‘ez ji bo xwe Qur’anê esas dirkim’ wê demê divê hemû fermanên di Qur’anê de pêk bîne.” 
 
‘ALIMÊN OLDAR DIVÊ JI BO EDALETÊ BANG LI MIROVAN BIKIN’ 
 
Denîz, anî ziman ku misilmantî aştî û baweriye û wiha got: “Divê alimên oldar ser siyasetê re bin û ji bo edalet û maf mangî mirovan bikin. Navê wê çi dibe bila bibe, li Tirkiyeyê şerek heye. Erka hemû alimên oldar ewe ku li dijî vî şerê bang aştî, maf û edaletê li mirovan bikin. Divê alim çavên xwe li partiyeke zilmkar negirin. Îro 16 salin desthilatdariya AKP’ê Tirkiye bi rêve dibe. Bi referansa ol heya roja îro hatin. Wê demê erka alimên oldar ewe ku vê rastiya AKP’ê derbixin holê.” 
 
Denîz, di dawiya  axaftina xwe de wiha got: “Esas erka cemaetan ewe ku şaşiyên rêvberên dewletê derbixin holê û wan hişyar bikin. Ne ku bibin hevkarên şaşî û kêmasiyên wan.”
 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin