Komîsyona Hilbijêrên bi Tevger: Serî li me bidin

  • rojane
  • 09:25 12 Hezîran 2018
  • |
img
STENBOL -  Rêxistina HDP'ê li gelek bajar û navçeyan Komîsyonên Hilbijêrên Bi Tevger ava kir. Berdevkê Komîsyona Bi Tevger a Stenbolê Suleyman Başer, bang li gel kir û xwest hemû kes serî li wan bidin û dengek qedera hemû hilbijêran diguherîne.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hemû bajar, navçe, tax û guhdên Tirkiye kolan bi kolan, mal bi mal xebatên hilbijartinê berdewam dike. Yek ji van xebatên hilbijartinê jî ji bo parastina sindoqan û dengdayînê ye. HDP niha jî bi armanca ku hilbijêrên nikarin biçin ser sindoqan, ji bo wan bibin ser sindoqan amadekariyê dikin. Ji bo vê yekê HDP'ê li hemû bajaran Komîsyona Hilbijêrên Bi Tevger ava kirin û hewl didin hilbijîran bibin ser sinroqan. HDP'ê li bajar û navçeyan li avahiyên HDP'ê û qadan stant danîn û xwestin kesên nikarin biçin ser sindoqan serî li wan bidin. Komisyon kesên ku serî li wan daye dê wan di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bibe ser sindoqan. HDP dê heqê rêya wan bide. 
 
HDP, ji bo di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dengek vala neçe lez daye xebatên xwe. Komisyona Hilbijêrên Bi Tevger a HDP'ê bang li hilbijêran kir û xwest hemû kes serî li wan bidin û biçin navê xwe di lîsteyê de qeyd bikin. Komîsyonê anî ziman ku dengek qedera hemû hilbijêran diguherîne. 
 
'ME LI STENBOL 14 HEZAR HILBIJÊR TESTÎP TIR' 
 
Berdevkê Komîsyona Bi Tevger a Stenbolê Suleyman Başer, bang li gel kir û xwest hemû kes serî li wan bidin û dengek qedera hemû hilbijêran diguherîne.
Başer, anî ziman ku tevahiya Stenbolê 14 hezar hilbijêr tespît kirine û wiha got: "Me li hemû navçeyên Stenbolê komîsyonên bi tevger ava kirine. Kesên tên serî li me didin em wan li  lêpirsîna YSK'ê lêkolîn dikin. Em rewşa hilbijêran tespît dikin û li gorî wê amadekariyê dikin. Ne tenê li Stenbolê li gelek bajar û navçeyên din komisyon hatine avakirin. 
 
Başer, herî dawî bang li hemû hilbijêrên gerok kir û xwest serî li wan bidin û dengek dikare qedera hemû hilbijêran biguherîne. 
 
MA / Yasin Kobulan 
 

Sernavên din

18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'